Pêgîriya rêberê Înqilabê li ser pêwîstiya rawestana li hember şerrê derûnî yê dijmin
Pêgîriya rêberê Înqilabê li ser pêwîstiya rawestana li hember şerrê derûnî yê dijmin
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, amajeyî fêlbaziya xêrnexwazan bona çêkirina şerê derûnî û tirsa ji bo neçarkirina li paşdaxistina gelê Îranê di warên curbicur de, naskirina şiyanên xwe û dûrxistina ji mezin nîşandana şiyana xêrnexwazan, wek rêya sekinîna li hember vê fêlbaziyê da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî, îro Çarşemiyê li hevdîtina digel berpirsên Kongreya Neteweyî ya Şehîdên parêzgeha Kohkîloyê û Boyer Ehmedê, yek ji bingehên sereke yên şerê derûnî dijî gelê ezîz û Îrana islamî, mezin nîşandayîna şiyanên dijminan da zanîn û got: Ji destpêka serketina inqilabê heta niha ew bi şêwazên curbicur ji miletê me ra dibêjin ku divê hûn ji Amerîka, Îngilîs û siyonîstan bitirsin.
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî armanca dijmin ji şerê pîsîkolojîk û derûnî li qada leşkerî jî çêkirina tirs û paşvekişînê da zanîn û got: Li gorî Qur'ana pîroz, paşvekişîna ne taktîkî li her qadê, çi di warê leşkerî de be çi jî di qada siyasî, propagende û aborî da be, dê bibe sedema xezeba Xwedê.
Wî hesta lawazî û teslîmbûna li hember daxwazên dijmin, weke bandorên mezin nîşandana hêza wan di qada siyasî de da zanîn û got: Hikûmetên ku îro rojê bi netewên mezin û biçûk re teslîmî daxwazên zorbêjan bûne, eger pişta xwe bikutin netew û şiyanên xwe û rastiya şiyan û hêza dijmin ji mezinbûnê dûr bizanin, dikarin daxwazên wan paşguh bikin. Hezretê ayetulah Xamineyî encama mezinkirina û mezin nîşandana dijmin di warê çandê de jî, hesta bêtevgerbûn, heyranbûna li çanda dijmin û biçûkzanîna çanda xwe da zanîn û got: Encama bêtevgerbûneka bi vî rengî qebûlkirina şêwaza jiyana aliyê hember û heta bikaranîna peyv û biwêjên biyanî ye.
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha şehîd û têkoşeran wekî hêmanên li hember şerê derûnî yê dijmin bi nav kirin û got: Divê em sipasiya wan ciwanan bikin ku li hember şerê pîsîkolojîk bê tirs û bandora gotinên kesên din sekinîne û divê ev rastiya li berhemên hunerî û merasimên bîranînê de were were nîşandan û zindî were xwedîkirin.