Çile 27, 2026 18:52 Asia/Tehran

Di nerazîbûnên li Mînyapolîsê de, xelkê Şîkagoyê jî xwepêşandenek bona protestokirina siyasetên Donald Trump û Dayira Koçberiyê li dar xistin.

Xelkê û rayedarên herêmî li Şîkagoyê banga betalkirina operasyona Dayira Koçberî û Gumrukê ya Amerîkayê kirine.

 Bajarên Mînyapolîs, Newyork, Sanfransîsko, Boston û Rodaylendê jî bûne qada xwepêşandanên berfireh li dijî siyasetên koçberiyê yên hikûmeta Trump. 

Li gorî raporan, şeva borî jî xwepêşandana li Mînyapolîsê bi destwerdana hêzên emnî yên Amerîkayê rastî şîdetê hatiye. Li Mînyapolîsê xwepêşander li ber nivîsgeha senatorekî amerîkî civiyan û bi durişman nerazîbûna xwe himber polîsê Dayira Koçberiyê nîşan dan. 

Rayedarên herêmî li Mînêsotayê jî siyasetên koçberiyê yên hikûmeta Federal bi tundî rexne kirin û dibêjin vê yekê nakokî û bûyerên diltezîn zêde kirine.

Wan her wiha vegotina raydarên federal ku gotine ev gulleavêtin, jibo berevaniya li wan bûye, red kirine û li gorî vîdyoyên ku şehethalan tomar kirine ev dîmen vegotina fermî ya hikûmetê dixe ber pirs û gumanê. 

Li gorî hin raporan, bi gurrbûna nakokî û nerazîbûnan li Mînêsotayê, Trump ragihandiye ku efserên Dayiya Koçberiyê dê ji bajêr derkevin lê hîna Trump demek jibo vekişîna wan destnîşan nekiriye.

Hevdem ligel van alûguran, Fredrîş Mêrts, Serokwezîrê Almanyayê, bal kişand ser rewşa nalebar a Amerîkayê û derbarê nerazîbûnên li vî welatî de gotiye ku di çend rojên borî de wan hinek nûçe li ser tepeserkirina nerazîtiyan li Amerîka wergirtine û ev rêjeya şîdetê li vî welatî bi rastî dilnigeranker e. 

 

 

Serepeyv