Çile 20, 2026 18:22 Asia/Tehran

Hevdem ku nakokiyên di navbera Ewropa û Amerîkayê li ser girava Grînlendê zêde dibin, Danîmarka zêdetir leşkeran dişîne Grînlend.

Medya navneteweyî ragehand hêzên leşkerî yên Danîmarkayê ji wan Fermnadarê artêşa vî welatî, di çarçoveya Operasyona Berxwedanê ya Cemsera bakur derbasî Grînlendê bûne û tevlî van dehan hêzan bûne ku niha li herêma Cemsera bakur beşdarê tetbîqatên çend neteweyî bûne. Ji hêla din ve rayedarên  Danîmarkayê biyar dane vê heftiyê beşdarê Civata Cîhanî ya Aboriyê ya Dawûsê  nebin, civîna ku dê Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê,  beşdarê wê bibe. Di rojên borî de, serokomarê Amerîkayê piştî dijberiya ewrpoiyan li himber dagirkirina Grînlendê ji hêla Amerîkayê ve, gefa  cihanîna tarîfeyan li heşt welatên endamê NATO`yê xwar. Ev kiryar bû sedem YE`ê ihitmala cihanîna tarîfeyan ser kelûpelên amerîkî bayê 108 milyar dolarî binirxîne. Trump her wiha wêneyeke xwe hevrê li gel cîgirê xwe,  Cêy Dî Wens  û her wiha Marko Robiyo, Wezîrê derve yê Amerîkayê weşandiye ku di halê danîna alaya Amerîkayê ser girava  Grînlendê ne. Di hemen demê de Wezîrê derve yê Danîmarkayê tekez kiriye ku serokomarê Amerîkayê nikare bi gefan, bibe xwediyê vê navçeyê.

 

Serepeyv