Valakirina gundê Lacanê li sînorê Hewlêrê piştî nerazîbûnên xelkê û êrişa hêzên ewlehiyê yên PDK
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku gundê Lacanê li ser sînorê Hewlêrê ku di rojên derbasbûyî de rastî êrişên berfireh ên hêzên ewlehiyê yên PDK hatiye, îro hate valakirin.
Gundê Lacan li sînorê Hewlêrê û nêzîkî Mexmûrê, ku palîngeheke Şîrketa Lanazê li wir e, di rojên derbasbûyî de bûye qada nerazîbûnên xelkê xwecihî û niştecîyên wî gundî xwestine ku ji ciwanan re li wê palîngehê derfeta karkirinê were pêkanîn, lê di 2 rojên buhurî da hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê yên PDK berbi vî gundî va hatin şandin u wan jî xwepêşandan serkut kirin û di dema serkutkirinê de du kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.Di halekî de ku rayedarên Herêma Kurdistanê hela drbarê bûyerên li gundê Lacanê da ti bersivek nedane ku hat ragihandin xelkê vî gundî neçar mane ku terka malên xwe bidin. Çavkaniyên nûçeyan li gundê Lacanê li Mexmûrê ragihandin ku xelkê gund hatine agehdarkirin ku terka malên xwe bidin ji ber ku hêzên emnî dê lêgeriya çekan dê bidin destpêkirin û di her malekê de ku çek hebe dê xwediyê malê were desteserkirin û dibêjin xelkê gund jin û zarok û mêr ber bi dervey gund ve çûne û kon vedane.
Tevgera Helêwstê jî derbarê valakirina gundê Lacanê li sînorê Gwêrê de ragihand: Bikaranîna hêzên ewlehî û leşkerî ji bo berjewendiya Şîrketa Lanazê, çolkirina gund ji aliyê rûniştiyên wî yên sereke ve bûyereke metirsîdar a bêhempa ye. wî got: Lanazê û şîrketên wekî wê bi sedan mîlyon dolar li ser hesabê nifta Kurdistanê berhev kirine. Heyder Herkî, birayê Xurşîd Herkî, kesayetiyek navdar ê Herkî li qezaya Xebatê, di peyamek vîdyoyî de gef li hêzên ewlehiyê yên ku Gundê Lacan dorpêç kirine xwar û got, Heke ew venekişin, em ê şîrketa niftê ya nêzîkî Kevirgoskê u navenda ceryanê biteqînin.