Cotmeh 11, 2025 15:20 Asia/Tehran
  • Pirsyarên zef û bêbersiv derbara Xelata Nobel a Aştîyê da

Pêşkêşkirina Xelata Nobel a Aştîyê bo neyara venezoelayî ya piştgirê destwerdana leşkerî, careka din bû sedema gellek pirsan têkildarî armanca sîyasî ya vê xelatê û nîşan daku ev xelata emrazeke sîyasî di xizmeta rewakirina destwerdan u serdestîyê da ye.

Xelata Nobel a Aştîyê îsal gellekî li ber ba u bandora hewl u lobîkarîyên Trump bû û ew hêvîdar bû ku fenanî 4 Serkomarên berê yên Amerîkayê vê xelatê bi dest bixe û piştre idia bike ku mêrê pêkanîna aştîyê ye, eva di halekî da ye ku Trump di 2 du dewrên serokomartîyê da heim şerxwaz bûye.

Me gellekan fikir dikir ku berbijarbûna Donald Trump Serokomarê Amerîkayê ji bo bidestxistina Xelata Nobel a Aştîyê bijareya herînebaş a pêkan e, lê fenanî berê, Lêjneya Nobelê dîsan jî her kes matmayî u xafil kir û xelata qaşo gellek girîng pêşkêşî Marîya Korîna Maçado rêbera neyarê Venezoelayê kir; kesa ku di piratîkê da emrazek di xizmeta berjewendîyên Amerîkayê da ye ta ku bikaribe çavkanîyên niftê yên Venezoelayê bixe bin kontrola xwe û talan bike.

Çawan ku wekîlê Venezoelayê duh di civîna Konseya Emnî ya NY da got: Amerîka bi niftê tewişîye û ev xeyseta bûye sebeb ku Amerîka Iraqê dagir bike u li Sûrîyê bi cih bibe û nika jî bi hemî şîyana xwe bi dû serdestbûna li çavkanîyên nifta Venezoelayê ye ku xwedîyê mezintirîn zimhêra nifta cîhanê ye.

Xelata Nobel a Aştîyê îsal dan xatûn Maçadoyê ku bi caran piştgirî daye êrişa Amerîkayê ser Venezoelayê û ji civaka cîhanî jî xwestîye ku ji bo dagirkirina Venezoelayê laîakrîya Amerîkayê bike.

Wek mînak vê sîyasetvana venezoelayî vê dawîyê got: Em hewcedarê alîkarîya navdewletî ji bo sernixûnkirina rejîma Nîkolas Madoro ne. Wê herwiha raghiand ku piştgirîyê dide bicihbûna hêzên amerîkî li Deryaya Karaîbê ji bo têkşikandina dewleta Venezoelayê.

Çavdêr dibêjin ku pêşkêşkirina Xelata Nobel a Aştîyê bo kesek wiha hitbara vê xelatê bi giranî xistîye bin şik u pirsan, lewma nabe meriv matmayî bimîne heke rojekê kesekî fenanî Netanyahoyê zarokkuj an Trumpê piştgirê hemîalî yê wî jî bibin berbijarê bidestxistina vê xelatê. 

Serepeyv