Îlon 09, 2025 18:14 Asia/Tehran

Gemiya sereke ya papora deryayî ya Sumûd ku hilgirê alîkariyên mirovî bo Zîvala Xezzeyê ye, li Tunisê ketiye ber êrişa bi xwefiran.

 Gemiya Family wekî endamê sereke yê papora cîhanî ya Sumûdê li bendera Seyidî Bû Seîd a Tunisê ket ber êrişa bi xwefiran û hin beşên wê agir pê ketin. Françêska Albanîz , Raportora Taybet a N Y li Karûbarên Filistînê, piştî çend xulekan, êrişa ser gemiya Family, pişkek ji papora Xezzeyê  li nêzîkî bendera Tunisê piştrast kir. Tê gotin ku xwefira siyonîstan bombe avêtiye ser qayiqê  ku xizmetkaran karîn gemiyê vala bikin. Tê gotin Gerta Tonberg  û berpirsên din ên vê karwana deryayî ya alîkariya bo Xezzeyê di dema êrişa ser vê gemiyê de li wir bûn. Welatiyên Tunisê bi kombûna li bendera Seyidî Bû Seîd êrişa bi xwefiran a Rejîam Siyonîst ser yek ji gemiyên papora cîhanî ya Sumûdê  şermezar kirin. Beşdarên vê kombûnê bi hin dirûşmeyan, cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê şermezar kirin û banga rakirina dorpêça ser zîvala  Xezzeyê kirin. Erka sereke ya kompapora Cîhanî ya Sumûdê rakirina dorpêça  Rejîma Siyonîst ser Zîvala  Xezzeyê  û vekirina deriyek mirovî  ji bo gîhandina alîkariyên mirovî bo gelê Filistînê ye.

Serepeyv