Rekora bêmînak a şehîdkirina gelê Xezzeyê ya bi birsîragirtinê
Di encama cinayetên Rejîma Sîyonîst ên bi xela ûbirsîragirtina gelê Xezzeyê da, rekoreke bêmînak a hejmara gorîyên xela ûbedxworakîyê di 24 saetan hat tomarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku di 24 saetnê buhurî da zêde ji 10 kesî ji birsîya û bedxworakîya li vê herêma şerrlêketî şehîd bûne.
Ev amara nîşan dide ku rewşa mirovî û qeyrana xwarekê li vê navçeyê çi qasî giran bûye ku ew jî encama dorpêçkirin û şerê demdirêj e. Herwiha 21 zarokên filistînî di 72 saetên buhurî da ji bisrîya li ZÎvala Xezzeyê şehîd bûne. Di vî halî da zêde ji 100 dezgeh û rêxistinî ji wan Rêxistina Pizişkên Sînornenas û Efûya Navdewletî derheq berfirebûna xelayê û dûhatên wê li Zîvala Xezzeyê hişyarî dan.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di daxûyanîyekê da ragihand ku Xezze li ber xelaya komkî ye û dagirker bi girtina rê li ber derbaskirina alîkarîyan, vê herêmê ber bi karesatekê va kaş dikin. Vê rêxistina navdewletî herwiha xwest ku derbasg zûka bên vekirin û alîkarîyên rizgarker derbasî Xezzeyê bên kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî tevî hişyarîdayîna derheq asêbûna filistînîyên Zîvala Xezzeyê di xelaya komkî da, pêgirî kir ku divê agirbeseke dayimî were pêkanîn û rê li ber derbaskirin û parvekirina alîkarîyên mirovdostane bê vekirin.