Tîrmeh 12, 2025 13:29 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên buhurî da 59 filistînîyên din li vê herêmê hatine şehîdkirinê.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê îro ragihand: Di 24 saetên buhurî da, 59 kesên din di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da li Zîvala Xezzeyê hatine şehîdkirin û 208 kes jî hatine birîndarkirin. Bi vî awayî hejmara şehîdan ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 57 hezar û 882 kesî.

Berdevkê UNICEFê jî ragihand ku her roj 27 zarok li Zîvala Xezzeyê canê xwe ji dest didin.

Kazim Ebû Xelef got ku hema ji meha Gulanê va zêde ji 5 hezar zarok tûşî bedxworakîyê bûne.

Tevgera Hemasê jî di daxûyanîyeke cida da ragihand ku têkoşerên wê alavên zêrêhî yên artêşa Rejîma Sîyonîst li şarê Xezzeyê hatin jinavbirin.

Li gorî daxûyanîya Tevgera Hemasê, hêzên Qessamê 2 bulduzêrên leşkerî yên cura D-9 ên Rejîma Sîyonîst bi saya bombeyên xurt ji nav birin.

Têkoşerên Qessamê di encama operasyonekê da jî tankeke Merkava ya Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê têk birin.

Baskê Leşkerî yê Hemasê herwiha karî alaveke kolandina erdê ya leşkerî ya artêşa Rejîma Sîyonîst li rojhilata Taxa Zeytûnê rûxand. 

Serepeyv