Vegerandina ajelên dermankirî bo nav xweza û çolê
Cîgirê Rêveberê Jiyana ajelên kovî ya Dayireya giştî ya Parastina Jîngehê ya Loristanê ragihand ku 26 ajel li yek ji jîngehên Loristanê hatine vegerandin bo çolê.
Îro, xweza cardinê dengê zarê xwe bihîst. Çar cureyên ajelên bi guhan, ajelên xwe dixujikînin û balinde ku hin ji wan bi salan hêsîrê mirovan bûn û ji ber birînên xwe êş dikşandin, vegeriyan yek ji jîngehên bêhempa yên Xoremabadê.- Qonaxa duyemîn a berdana ajalên dermankirî ji Klînîka Perdisanê ye ku bi hevkariya Dayireya Giştî ya Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Loristanê li yek ji jîngehên parêzgehê pêk hat.Deh somolekên çalak vegeriyan dilê dar berûyan û neh kîsel jî hêdî hêdî dîsa fêrî meşê di nav giya û keviran de bûn.- Zêdetirî 40 salan di mala mêrekekî de ma.Di nav yên azadkirî de jî du teyrên Sargepe per û baskên xwe vekirin û ber bi esmanê çiyayê Heştpehlû ve firîn.Niha pênc jûjiyên biçûk jî di nav axa nerm û bêhna giyayê de mala xwe peyda kirin.- Loristan ji babet hebûna gil û giya û jiyandaran ve yek ji dewlemendtirîn parêzgehên Îranê ye.Her çend kêmtir ji du ji sedî ji rûbera Îranê digre ber xwe lê ji sedî 30 zêdetir ji cihêrengiya jiyandarên welêt di nav xwe de cih kiriye.Ev bername tenê vegerandin û berdana çend ajelan bo nav çerxa xwezayê nebû, belku vegera hêviyê û vegera jiyanê bû, û peyama jiyana aştiyane di navbera mirovan û xwezayê de bû.