74 şehîd û 171 birîndar di encama êrişa Amerîkayê ser Res Îsa ya Yemenê û bertekên li himberî vê cinayetê
Li encama gera nû ya êrişên hovane yên Amerîkayê ser Yemenê bi dehan welatî li Res Îsa li rojavaya Yemenê şehîd û birîndar bûn.
Çavkaniyên pizîşkî yên Yemenê ragihandin ku di encama êrişa hovane ya balafirên şer ên Amerîkayê ser bendera niftê ya Res Îsa li parêzgeha Hudeydê, herî kêm 74 karmend û xebatkarên benderê şehîd bûne û zêdetir ji 171 kesên din jî birîndar bûne û muhtemel e ku hejmara wan zêde bibe.
Balefirên şer ên Amerîkayê êrişî vê bendera niftê ya Yemenê kirin ku hêzên gîhandina alîkariyan û berevaniya sivîl mijûlî vemirandina agir li benderê û rizgarkirina birîndarên êrişa yekem bûn. Lê balefirên şer ên Amerîkayê bo cara duyemîn ew bender dan ber êrişan û ev cinayeta hovane pêk anîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê li daxûyaniyekê tekez kir ku ev destdirêjiya eşkere binpêkirina serweriya neteweyî ya Yemenê û cinayeteek cengê tê hesabê ku dewamaa siyasetên destdirêkerane yên Amerîkayê dijî gelên azadîxwaz û dijberê serdestîxwzaiya siyonîstan û Amerîkayê li herêmê nîşan dide.
Hevdem gelê Yemenê îro meşeke berfireh bo piştgirîya gelê Filistînê li himber cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê li dar xistin.
Meşa girseyî ya Yemeniyan îro li parêzgehên Seida, Rîme, Mareb û hin deverên parêzgehên vî welatî bona piştgiriya ji gelê Filistînê û bi duruşmeya , Em li gel Xezzeyê bona rûbirûbûna bi zêdebûna kêşeyên Amerîka û Îsraîlê cidî ne ,hat lidarxistin.