Adar 24, 2025 15:10 Asia/Tehran

Di dewra nû ya êrişa Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Libnanê de heta nika 7 kes şehîd bûne û 40 kes jî birîndar bûne.

Di dewra nû ya êrîşên Rejîma Siyonîst ser Libnanê de ku ji şemiya buhurî ve destpê bûye, balafirên cengê yên Rêjîma Siyonîst başûrê Libnanê bombebaran kirin. Ev êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst bi behaneya avêtina çend mûşekan ji Libnanê ve ser Erdên Dagirbûyî tên kirin. Di halekî de ku Hizbullahê her cure pêwendiya xwe bi vê êrîşa mûşekî re red kiriye. Serokomarê Libnanê, Cozêf Ewn, wek bersiva li hember îdiayên Rejîma Siyonîst derbarê avêtina mûşekan ji nav axa vî welatî ve, her hewlek ji bo vegerandina şîdetê bo Libnanê şermezar kir.

Newaf Selam, serokwezîrê Libnanê jî wek berteka li hember êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst ser başûrê vî welatî got: Em teslîm nabin û tu rêkeftinekê qebûl nakin. Hesen Izedîn, parlimanterê Meclisa Libnanê jî got: Rêjîma Siyonîst pabendî tu rêkeftinekê nîne û hevahengiya tam a navbera Waşîngton û Telavîvê çiraya kesk ji bo berdewamiya êrişên dijminan e. Hisên Ceşşî, parlimanterekî din ê Libnanê jî got: Dijminê siyonîst tenê ji zimanekî fêm dike û ew ziman jî zimanê zorê ye.

Serepeyv