Qeyrana debara jiyanê li Îngilîsê
Qeyrana bihabûna kel û pelan û jordaçûna kêmînak a xercên jiyanê li Îngilîsê bûn sedem ku kanala 4`an a televîzyona Îngilîsê bi çêkirina belgefîlmekê, berûla û dûhatên vê qeyranê nîşan bide.
Li gorî vê belgefîlmê, di 6 mehên dawî de, li Îngilîsê ji her çar kesan yek neçar maye ku pere deyn bike da ku xwarinê bi dest bixe û xaniyê xwe germ bike.
Rêxistina sivîl a Citizens Advice mezintirîn rêxistina şêwirmendiyê ya belaş e li Îngilîsê û şêwirmendên dilxwaz niha her deqeyekê şîretan li 2 kesan dikin û rênimûniya hewcedar û deyndaran dikin da ku baştir bi qeyrana bihabûnê re rûbirû bibin. Rapora herî dawî ya saziyên xêrxwaziyê li Ingilisê nîşan dide ku ji sedî 60`ê xelkê vî welatî ji ber zêdebûna bihaya enerjiyê û nebûna dahatê tûşî xizaniya ji hêla ardûyê ve bûne.