Bertekên berfireh li himberî girtina Ekrem Îmamoglû
Girtina Îmamoglû rastî bertekên berfireh ên welatiyan li nav torên civakî û komên siyasî, karbidest û partiyên Tirkiyê hat.
Devlet Baxçelî,Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) girtina Îmamoglû nîşaneyeke ji têkçûna siyasî da zanîn. Ozgur Ozel Serokê Giştî yê Partiya Komarîxwaz a Gel jî bang li opizîsyonê kir ku bila bibin yek û got ku partiya wî bêyî berçavgirtina şer û mercan, dê di 23ê Adarê de Îmamoglû weke berbijarê Serokkomariyê hilbijêre.Girtina Îmamoglû rastî bertekên parlemana Tirkiyê jî hat.
Girtina şaredarê Stenbolê bû sedem ku nirxê diravê biyanî û zêr li Tirkiyê jorde here û nirxê lîreyê Tirkiyê sedî10 dakeve û bighêje asta xwe ya herî nizim.Nûçeya girtina Îmamoglû, herikê sereke yê Receb Teyib Erdogan di hilbijartinên bê de, li Tirkiyê jî bû sedema nerazîbûnên giştî.
Di vê çarçoveyê de ji bilî rexneyên serokên partiyên siyasî, alîgirên Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li Stenbolê kombûnên nerazîbûnê li darxistin.
Cimaeta Nerazî li Kolana Vetenê ya Stenbolê li ber navenda Ewlehiyê ya Stenbolê bi sloganan piştgirî dan Îmamoglu.ev di halekî de ye ku her cure kombûn li bajêr hatiye qedexekirin.Bi sedan xwendeakrê alîgirê Îmamoglû li zanîngeha Stenbolê xwepêşandan kirin û ji bo piştgiriya şaredariyê slogan avêtin.
Îmamoglû pêştir jî bi tawanên dadweriyê re rûbirû bibû. EW piştî ku di hilbijartinên 2019an de bi ser ket, bi tawana bêrzêiya li rayedarên Konseya Bilind a Hilbijartinê ya welêt 2 sal cezayê girtîgehê jê re hat birîn.Du sal berî niha jî bi hinceta sextekariya li îhaleyê hat mehkemekirin.Rexnegirên Receb Teyib Erdogan Serokkomarê Tirkiyê ev doz weke hewildana jibo wêdebirina Ekrem Îmamoglû ji meydana siyasî dizanin