Jinên karker ên erzan
Piştî serdema dêran, welatên rojavayî derbasî qonaxeke nû bûn, karistan dest bi karkirinê kirin, tevî talankirin û kolonîzekirina çavkaniyên maddî û mirovî yên welatên din, ji ber nebûna kesên ku bikaribin bixebitin, jinan wek karkerên erzan şuxulandin.
Bi Şoreşa pîşesazî ya li Ewropayê re tevgerên piştgirê mafên jinan pêk hatibûn, ji ber ku heta 100 salan berê jin li Welatên rojavayî weke însanên pileya duyemîn dihatin hesibandin, yanî mafê wan ê xwedîkirina milk, perwerdehiyê û dengdanê nebû. Di vê rewşê de ew baştirîn bijarde bûn ji bo qazanca xwediyê karistanan, ji ber ku li gorî mêran mûçeyên wan kêmtir bûn, razîtir, îtaetkar û zêdetir bi dîsîplîn bûne, lewma hema ew xwediyên karistanan piştgiriya van tevgeran kirin ta ku bikaribin jinan wekî karkerên erzan bikar bînin. Wîl Dorant di pirtûka Çêjên Felsefê de dibêje ku gava yekem ji bo azadkirina dapîran, zagona 1882`an bû, ku tê de jinan serpişkiya bêmînak a mafê xwedîkirina derhata xwe dîtin ku eva bi xwe jî rêyek bû ku jinan ji malbatê veqetînin û karistanan de bikin kole.
Lê encama vê bûyerê ji bo jinan çi bû? Demjimêrên dirêj ên wek 12 heta 16 saetan di karên giran de ku bû sedem bi hezaran kes di kanan de û li ber alav û makîneyên mezin tûşî nexweşiyên giran bûn û canê xwe ji dest dan. Wek mînak di 8`ê Adara 1908`an de li bajarê New York yê Amerîkayê karkerên jin ên karistanekê ji ber mûçeyên kêm dest ji kar berdan. Xwediyê vê karistanê li gel parêzvanan ji bo pêşîgirtina li hevgirtina karkeran, ew jin di cihê karkirina wan de hebs kirin û mixabin ji ber sedemên nediyar agir berbû karistanê.
Hevpeyvîn: Piraniya wan kesên ku di vê rojê de mirine keçên 10 salî yan biçûktir bûn