Bertekên li himber nîqaşa Trump û Zêlênskî li koşka Sipî
Devojeniya tund di navbera Serokkomarê Amerîkayê Trump û serokê Ukraynê li Qesra Spî rastî bertekên newekhev hatiye û hinekan reftara Trump nîşana zordariya wî bi nav kirin û hinekan jî gotine ku Zelenskî bi bi jîrbûna xwe bi vê devojeniyê planên kolonyalîstî yên Trump ên ji bo welatê xwe rastî işkestê aniye
Devojeniya tund di navbera Trump û Zelenskî li koşka Spî raya giştî û siyasetmedarên li seranserê cîhanê matmayî kiriye ji ber ku Trump di axaftinê de kontrola xwe ji destg da wisa ku wî dixwest bi hevtayê xwe yê Ukraynî re bike û di beşek ji vê axaftinê de, Trump bi destê xwe Zelenskî pal da Di hevpeyvînekê de Zelenskî ji ber devojaneiya a bi Trump re daxwaza lêborînê nekir û got: Ez bawer nakim ku min karek xerab kiribe. Rayedarekî Qesra Spî jî derbarê betalkirina peymana ku diviyabû di navbera Waşington û Kîyevê de li ser îstismarkirina çavkaniyên madenê yên Ukraynê bihata îmzekirin, ragihandagahî da .
Can Tawnsend alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê berê yê Amerîkayê, li ser devokeniya di navbera Trump û Zelenskî de got ku em ji reftarên rêberên xwe şermende ne.Piraiya bikarhênerên medyaya civakî jî piştî civîna duh ya bi hellahella li koşka Spî xitabî Trump nivîsandibûn, Aram be, aram be. Kaya Kalas , Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê got: Cîhana azad hewcedarê rêberiyek nû ye
Dîmîtrî Medvedev Cîgirê Serokê Civata Ewlehiya Netewî ya Rûsiyê jî ragihand ku Zelenskî di sefera xwe ya Waşingtonê û hevdîtina ligel Trump û cîgirê wî sileyek û derbeke tund lê ketiye.
Fransowa Oland, Serokomarê berê yê Fransayê piştî devojeniya tund di navbera Trump û Zelenskî got ku Trump êdî ne hevpeymanê me ye
Alîşya Kêrnz Parlamentera Inglîzê reftarên Trump di dema hevdîtina bi Zelenskî re wekî nimûneya zordestiya eşkere binav kir. Piraniya analîzorên nav
Eyê jî dibêjin ku nakokiya Trump-Zelenskî peyameke zelal ji herêma me re şand: Em nikarin ewlehiyê bispêrin dest hêzxurtên biyanî .