Nerazîtiya gelê Sûriyê li himber destdirêjiya Rejîma Siyonîst
Piştî şeveke bi xwîn a destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser derdora Şamê û bajarê Derayê, duh welatiyên Sûriyê bi nûçeyên newekhev derheq ketin yan neçûna otombîlên artêşa Israîlî li çend gundên Deraa û derdora wê û di nav bêdengiya hikûmeta Sûriyê û nebûna zanyariyên eseh ji medyaya fermî ya Artêşa Sûriyê ji xewê rabûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dengê gurrîna balafirên şer ên siyonîstan cardinê li tevahiya paytexta Sûriyê hat bihîstin û piştre welatiyan dengê teqînên giran bihîstin.Di vê êrişê de meqera leşkirê Yekemîn a Mekanîze ya Artêşa Sûriyê ya ji hev belavbûyî ya leşkirê 141 a topxaneyê li devera El-Kiswe li derdora Şamê ket ber êrişan.Li gorî nûçeya El-Exbarê ji zarê çavkaniyên xwecihî ev cih niha di destê leşkirê Duyem a hêzên girêdayî hikûmeta nû de ye, ku weke baregeheke komkirina çekan bikar têîne. Balafirên şer hejmarek ji tankên artêşa Sûriyê û topxaneyek berê xisar dîtî kirin armanc û piştre artêşa dagirker ji bereya gundê Eyn el-Beyze li nêzîkî gundê Cebata El-Xeşeb û Tel-Ehmer li bakurê gundê Xan Ernebe ketin.Li gor van êrîişan, hikûmeta Veguhêz a Şamê li hember van êriş û destdirêjiyên Rejîma Siyonîst bêdeng maye û ev bêdengî bûye sedema dilnigeraniya beşeke mezin ji gelê Sûriy
Hevgavê operasiyonên leşkerî yên artêşa dagirker li başûr, hejmarek ji ciwanên sûrî li meydana Umewî ya navenda Şamê xwenîşandan kirin û êriş û destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser başûrê Sûriyê red kirin û daxwaza îzna xwebexşiyê ji bo berevaniya ji welatê xwe kirin.
Wan bi dirûşmên "Mirin ji heqaretê çêtir e" û "Em dest ji Derayê bernadin" daxwaz ji hikûmeta xwe kirin ku bila dijmin mehkeme bike û wan her wiha pankartên li ser nivîsîbû: "Axa me ne xenîmeta şer e, can û rihê me ne xelatên cejnan e û em tu carî teslîmî dagirkeriyê nabin.
Îsmaîl Beqayî Hamane Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku êrişên nû yên hewayî û bejayî yên Rejîma dagirker a Siyonîst ser deverên başûrê Sûriyê û derdora Şamê binpêkirina dubare ya peymana sala 1974`an a Rejîma Siyonîst û mafên navneteweyî e û ev êrişên hanê binpêkirina eşkere ya prensîbên peymana navneteweyî û yasayên navneteweyî bi nav kir.
Beqayî daxwaza berteka cidî ya civaka navneteweyî û welatên Îslamî ji bo mehkûmkirina van destdirêjiyan û kiryara bi lez ji bo rawestandina bêqanûniya Rejîma Siyonîst kir.