Sibat 04, 2025 17:36 Asia/Tehran

Seroka Komîsyona Ewrûpayê pêhişyarî da eger ku Yekîtiya Ewrûpayê bikeve ber bacên Amerîkayê, em ê bersiveka webirr bidin vê yekê.

Orsola Fondêrlayên, piştî civîna serokên Yekîtiya ewrûpayê li Birûksêlê got: Me li ser hevkarîya transatlantîk yan her du aliyên Pehnava Etlesê û rêyên xurtkirina hevkarîya rastbîn bi Amerîkayê re gotûbêj kir. Tiramp bacên giran li ser kelûmelên Kanada, Meksîka û yên din sepandiye û gef xwariye ku wê li ser kelûmelên welatên Yekîtiya Ewropayê jî bacê bisepîne. Piştî gefên Tiramp û nîgeraniyên ewrûpiyan, serokên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê civînek li dar xistin û di civînê de yek ji mijarên herî girîng bacên Amerîkayê bû. Êmanoêl Mekron, Serokomarê Fransayê gotiye: Ger Serokê Amerîkayê gefên xwe yên derbarê bacan de bi cih bîne, divê Yekîtiya Ewropayê hêza xwe nîşan bide.

Olaf Şûltz, serokwezîrê Almanê jî got: Hevkariyên tiransatlantîk ser xêra hemiyan in û şerrê bazirganiyê ser xêra Amerîka û Ewrûpayê nîne.

Antoniyo Kasta, serokê Konseya Ewrûpayê jî piştî civîna serokên YE`yê li Birûksêlê got, serokên Ewrûpayê li hev kirin zêdetir bala xwe bidin qelişta di navbera şiyanên xwe yên berevaniyê di warên berevaniya hewayî û dije mûşekî, mûşek, çek û tiranzîta leşkerî, Kasta pêgîrî kir, parastina yekperçetiya axa YE`yê ji wan girava Girîlend a Danîmarkê, ji bo endamên YE`yê girîng e.

Serepeyv