Çile 24, 2025 20:26 Asia/Tehran

Tevî ku demeke hindik bi ser desthilatdariya serokê hikûmeta nû ya Sûriyê re derbas bûye, lê gelek belgeyên cinayet û gendeliya HTŞ`ê derketine holê û nîgeraniya gelê Sûriyê û civaka navdewletî zêdetir kiriye.

Êrîşa bi xwîn a endamên çekdar ên ser bi serokê hikûmeta nû ya Sûriyê Ebû Mihemed El Colanî bo ser welatiyên Şîe li parêzgeha Humsê ku tê de 10 welatiyên şîe şehîd bûn, berteka sivik ya Colanî li hember dagirkeriya Rejîma Siyonîst li Sûriyê, tayînkirina xizm û kesan di postên hikûmî di hikûmeta Mihemed Colanî de û gelek teqînên li bajarê Minbicê nîşan didin her ku diçe rûyê HTŞ`ê zêdetir aşkera dibe û ev mijar bûye sedema zêdebûna nîgeraniyê di nava gelê Sûriyê û civaka navneteweyî de. Rêxistina Sûrî bo Mafên Mirovan basa êrîşên berfereh yên çekdarên ser bi Colanî, fermandarê koma çekdar a neyar a Tehrîr El Şamê, li ser deverên Şîenişîn li parêzgeha Humsê li Sûriyê û çewisandina niştecihên van navçeyan kir û nîgeraniya xwe ji rewşa heyî nîşan da. Di encama van êrîşan de 10 welatiyên Sûriyê bi derba gulleyên rasterast bi serê xwe hatin îdamkirin û bi dehan kesên din jî hatin girtin û birîndarkirin.

Ji aliyê din ve teqîna otombîlên bombekirî li bajarê Minbicê li navenda parêzgeha Helebê ku di encamê de welatiyên sûrî hatin kuştin û birîndarkirin, xelkê vê parêzgehê jî nîgeran kiriye.  Eva di halekî da ye ku Colanî, serokê koma desthilatdar li Sûriyê û fermandarê koma çekdar a neyar a Tehrîr El Şamê bertekek sivik li hember berdewamiya cinayet û pêşdeçûnên Rejîma Siyonîst li Sûriyê hebûye. 

Vekolîna lîsta navên ku di pêkhateya hikûmeta nû ya Şamê de hatine destnîşankirin, nîşan dide ku hejmareke mezin ji berpirsên payebilind ên hikûmeta Tehrîr El Şamê li Sûriyê xizm û kesên nêzîk ên Colanî, serokê vê komê ne û berpirsiyariyên girîng di vê komê de hene. Berdewamiya vê rewşê bûye sedema nîgeraniyên navxweyî li Sûriyê û di civaka navdewletî de. Bi awayekî ku Antoniyo Goterêş, sersekreterê NY li ser vê rewşê hişyarî daye û ragihandiye, serwerî, yekparçeyiya axa Sûriyê û yekîtiya Sûriyê divê parastî be, divê demildest hemû kiryarên êrişker ên siyonîstan bi dawî bibin û ti hêzeka leşkerî li navçeya navbirr nemînin ji bilî hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî.

Serepeyv