Dewama pevçûnên giran di navbera artêşa Sûriyê û terorstan
Şer û pevçûnên giran di navbera artêşa Sûriyê û têrorîstên Cebhet El-Nusreyê de berdewam in eva di halekî de ye ku balafirên cengê yên sûrî û rûsî navendên kombûna terorîstan li derdoran bakurê Hemayê bombebaran dikin.
Komên têrorîst ên Tehrîr-Şamê bi êrişa ser bajarê Heleb û Hemayê li bakurê Sûriyê hin beşên wê dagir kirin lê bi derbasbûna artêşê û hêzên alîkar, terorîst ji beşek ji van bajaran paşde çûne.Artêşa Sûriyê dest bi êrişeke berfireh li parêzgeha Hemayê li navenda Sûriyê kiriye û di wê êrişê de karî komên têrorîst ên ku li bakurê Sûriyê pêşdeçûnên berfireh bi dest xistine, derxînin. Balafirên şer ên sûrî cebilxaneyên terorîstan li başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê bi tundî bordûman kirin. Televîzyona fermî ya Sûriyê jî bi tekeziya ser dewama operasyona artêşa vî welatî jibo rawestana li ber komên terorîstî derbarê kuştina hezar û 600 terorîstan di dereqa heftiyekê de agahî da. Terorîst jî di halekî de ku hewil didin bi propagandaya medyayê rûyê xwe hov veşêrin, sê hezar welatiyên sûrî li Helevê hêsîr kirine.
Di eynî demê de kanala nûçeyan a El-Mayadîn dibêje ku îdiaya komên têrorîst derbarê derbasbûna wan nav Hemayê derew e û ti terorîstek derbasî van bajaran nebûye.Tê gotin ku artêşa Sûriyê li derdora bajarê Hemayê bi cih bûye û li van navçeyan bi komên terorîst re di halê şerkirinê de ye û ragehandin ku terorîst hevdu bi xiyanetê towanbar dikin. Di rojên borî de kiryarên terorîstan ya derheq lihevxistina ewlehî û yekparçeyiya Sûriyê de rastî bertekên navdewletî hatine û gelek welatên navçê û welatên din hevgirtina xwe bi Sûriyê re ragihandine û ev kiryarên terorîstan şermezar kirine.