Mijdar 19, 2024 20:02 Asia/Tehran

Pîvana kuwlîteya hewayê ya Dehliyê ku ji 1000`î zêdetir e, bûye sedem ku niştecihên paytexta Hindê di hewaya qirêj û jehrawîn a Delhiyê de nefesê bistînin.

Niştecihên paytexta Hindistanê hefteya xwe ya dawî bi qirêjiya pir û pir dijwar destpê kirin. Derdor nedihat dîtin. Gelek firrînên nav welêt û navneteweyî hatine betalkirin an mane derengiyê. Hikûmeta eyaleta Dehliyê, ji bo sekinîna li hember vê diyardeya dijî tendirustiyê, qonaxa çaremîn a qedexeyan cih aniye. Her çend bajarê mezin ê Dehliyê di bin qatek qalind a mij û dûkelê de ye, karbidest hêvî dikin ku wê bi tedbîrên kontrolkirinê, rewşa wê baştir bikin. 

Sedema zêde ji sedî 40 ji qirêjiya Dêhlîyê şewitandina kulêş û bermayiyên berhemên çandiniyê li eyaletên cîran ên Dehliyê ye. Komîsyona Rêvebiriya Kalîteya Hewayê (CAQM) ji raya giştî, bi taybet zarok, kal û pîr û kesên tûşî nexweşiyên bêhndan, dil, damar, mêjî û damarên mêjî û nexweşiyên kronîk ên din re ne, daxwaz kir ku di malan da bimînin. Destûr nayê dayîn ku ti kamyon bikevin Dêhliyê ji bilî yên ku tiştên pêwîst hildigirin an sotemeniya paqij bikar tînin. Ketina wesayîtên bazirganî yên sivik ên nepêwîst ên ku li derveyî Dêhliyê hatine qeydkirin, dê were qedexekirin, ji bilî wesayîtên elektrîkî û yên ku tiştên pêwîst û bingehîn vediguhêzin.

Li gorî lêkolînekên fermî, nêzîkî sedî 38`ê gemarî û qirêjiya paytexta neteweyî ya îsal ji ber şewitandina kuleşê yan agirpêketina li zewiyên çandiniyê li eyaletên cînaê Pencab û Haryanayê ye.

 

Serepeyv