Xwenîşandana bona piştgiriya ji Filistîn û Lubnanê
Berfirehbûna cinayetên Rejîma Siyonîst û komkujiya xelkê bêguneh û zarok û jinan bûye sedema hêrsbûn û vêzariya cîhanî.
Di saya piştgiriyên bêreje yên Waşengtonê,Rejîma Siyonîst cinayetên xwe ber bi Lubnanê ve jî kişandiye û bi hezaran kes şehîd kirine û civaka navneteweyî jî ji ber piştevaniya Amerîkayê ji Rejîma Siyonîstî, hetanî niha karekî cidî ji bo rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Zîvala Xezeyê û Lubnanê,nekiriye loma xelkê piraniya welatên Ewropa û Amerîkayê bi lidarxistina xwepêşandanan kîn û vêzariya xwe ya ji Amerîka û Îsraîlêradigihînin. Xebatkarên beşa tenduristiyê yên li Fransayê bona piştgiriya ji filistîniyan li zîvala Xezeyê û her wiha hevgirtina bi xebatkarên beşa tenduristiyê re li nexweşxaneyên li bakurê Zîvala Xezeyê xwenîşandan li dar xistin. Di xwenîşandana xebatkarên beşa tenduristiyê de li Parîsê, hejmarek ji neraziyan xwe ser erdê dirêj kiribûn û dîmenê qirkirina Filistîniyan ji nû ve çêdikirin.
Bi hezaran xwenîşander li Stenbolê jî bi bilindkirina hin alayan bi Filistîn û Lubnanê re hevgirtina xwe dan diyarkirin û destdirêjiyên Îsraîlêser Xezzeyê bo roja 400emîn şermezar kirin.Beşdaran bang li hikûmetên Erebî û Îslamî kirin ku ji bo rawestandina cinayet û mehkemekirina dagîrkeran bikevin tevgerê.Alîgirên Filistînê li NewYorkê xwenîşandan li dar xistin û polîsên Amerîkayê bi dehan kes ji wan desteser kirin. Xwenîaşnderan ji serokkoamrê hilbijartî yê Amerîkayê daxwaz kirin alîkariyên diravî ji bo Rejîma Siyonîst rawestînin.