Şehîd Nesrullah, sembola berxwedana li himber zilm û zordariyê
Civîna navneteweyî ya Mekteba NNesrullah bi mebesta lêkolîn û naskirina berûlayên cuda yên têgeha rewşenbîrî ya şehîd Hesen Nesrullah û her wiha rola wî ya siyasî di warê rawestana li ber û siyonîzm û îstikbarê de bi amadebûna şirovekar û ramanwerên 13 welatên cîhanê li Tehranê hat li dar xistin.
Di vê civînê de ku bi boneya 40’emîn salvegera şehadeta alahilgirê berxwedanê û têkoşerê şehîd Seyîd Hesen Nesrullah hat lidarxistin de ew wek siyasetvanekî hekîmr, cidî û kamil di asta neteweyî, navçeyî û cîhanî de hat bibîranîn.
Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di vê civînê de tekez kir: Şehîd Nasrullah li gel mucahidên Hamasê di vê baweriyê de bû ku tu şerek wek têkoşîna dijî sîyonîstan rewa nîne.
Wezîrê Karên Derve Seyîd Ebas Eraqçî jî di vê merasimê de got ku şehîd Seyîd Hesen Nesrullah ne tenê ji bo Lubnanê, ji bo cîhana Îslamê û hemû neteweyên azadîxwaz sembola berxwedan, wêrektî û rawestana li dijî zilmê bû.
Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî ya Îranê Seyîd Ebas Salihî jî got: Şehîd Hesen Nesrullah kesayetiyek îslamî ya ya dervey sînorî bû û eva ku kesek him bikaribe di asoya erdnîgariyê de were naskirin û hem jî li navçeyê û cîhanê pir kêm e.
Serokê Rêxistina Çand û Ragihandina Îslamî ya Îranê Mihemed Mehdî Îmanîpûr armanca liodarxistina vê civîna navneteweyî sozdariya bo kesayetiyekî da zanîn ku berûlayên nasnekirî yên kesayetiya wî ji berûlayên naskirî yên kesayetiya wî zêdetir in.
Serokê Rêxistina Çand û Ragihandinê ya Îslamî ya Îranê, rêzgirtina ji şehîdên rêya Qudsê ji armancên din ên vê civînê da zanîn.
Konferansa Navdewletî ya Mekteb Nasrullah bi amadebûna lêkolînerên 13 welatan ji wan Lubnan, Iraq, Behreyn, Misir, Kuweyt, Tirkiye, Hindistan, Malizya, Cezayir û Tûnisê bona nasandina berûlayên curicur ên fikrî û meirifetî yên şehîd Nesrullah îro şemiyê bi hevkariya hevpar a WEzareta şand û îrşada Îslamî û Rêxistina çand û ragehandina Îslamî ya Îranê xebata xwe destpê kir.
Seyîd Hesen Nasrullah di temenê 64 saliya wxe de û piştî 32 salan xebata li posta sersekreterriya Hizbullaha Lubnanê gihêşt daxwaziya xwe ya ji mêjwe û şehîd bû. Rejîma Siyonîst û cinayetkar ya Îsraîlê piştî salek ji cinayet û şer li zîvala Xezeyê ji 23ê Îlonê ve cinayteên xwe li Lubnanê berfireh kir û roja Înê, 27ê Îlonê, di encama bombebarankirina devera Zahiya başûrê Beyrûtê, Seyîd Hesen Nesrullah, sekreterê Hizbullaha Lubnanê şehîd kir.