Mijdar 04, 2024 17:14 Asia/Tehran

Di roja 43emîn ya êrişa berfereh ya Rejîma Siyonîst ser Lubnanê, Hizbullahê bi berfirehkirina êrişên xwe, bo yekem car baregeha leşkerî ya Heyfayê da ber êrişan.

Hizbullaha Lubnanê  li bersiva êrişên Rejîma Siyonîst, baregeha leşkerî ya Heyfayê da ber êrişan. Berxwedana îslamî ya Lubnanê her wiha sê bajarokên siyonîstnişîn ên Şail , Hetsûr û Dêltûnê da ber mûşekan. Hizbullahê her wiha li operasyona xwa ya sêwemîn de jî meqera hewayî ya Mîrûnê bi çend mûşekan têk bir.

Çavkaniyên Lubnanî her wiha derbarê a paşvekişyana ya bi darê zorê ya artêşa terorê ji bajarê El Xeyam li başûrê Lubnanê piştî derbeyên  giran ên têkoşerên Hizbullahê  agahî dan.

Artêşa Rejîma Siyonîst nekarî kontrola bajarê El-Xeyamê  bi dest bixe û işkest xwar û  leşkerên wê ber bi bajarokê siyonîstnişîn yê Metle ve paşde vekişiyan û  êdî li  derdora Şehr el-Xeyam û heta li  girika El-Hemamesê û deverên derdora wê neman.Berxwedana Îslamî ya Lubnanê  vîdyoya bi navê  emê Meydanê vala nekin  û emê çekên xwe nedanin erdê belav kir ku beşek ji navendên mûşekî yên bin erdê yên Îmad 5 têde hatiye nîşandan. 

Belavkirina  dîmenên bin erdê yên mûşeka Îmad 5 têgeh û peyamên çenalî digre ber xwe ku ya herî girîng amadekariya Hizbullahê bo derbsbûna  nav qonaxeke nû ya şerê dijî dijminê siyonîst e.

Eva li halekê ye ku cinayetên  Rejîma Siyonîst li Lubnanê tim berdewam e û teqîna  li malan yek ji  van kiryarên hovane yên dagirkeran e.T

opxaneya Rejîma Siyonîst bajarokê  Eetana li başûrê Lubnanê û Cîlo li Sûra Lubnanê da  ber bombeyan.

Serepeyv