Fêlbaziya Amerîka û Rejîma Siyonîst li plana agirbesê
Rayedarên Hamasê û her wiha rayedarên Lubnanê tekez kirin ku hegera sereke ya dewama şerê li Xeze û Lubnanê û bêencambûna agibesê, fêlbazî û destwerdanên Amerîka û Rejîma Siyonîst e.
Li gorî gotina berpirsên Hemas û Lubnanê, pêwsîtiya her cure rêketineke muhtemel bi Rejîma Siyonîst re, derketina artêşa vê rejîmê ji Xeze û Lubnanê , herwiha agirbesa dayimî, rakirina dorpêça Xezeyê û vegera awareyan e. Samî Ebû Zohrî yek ji rêberên Hamasê got: Amerîkî li Xezeyê li dû peymaneke rûvekî û formalîte digerin; Hamasê tu yek ji peywendiyên ku armanca wê raberkirina çareseriyê be red nekir.Em nikarin dîlên dagîrkeran radest bikin, di halkeî de ku ku ew kuştina gelê Filistînê berdewam dikin.Li gorî gotina Ebû Zohrî plana ku ji Hamasê re hat raberkirin ,daxwazên gelê Filistînê cih nayneDi eynî demê de Necîb Mîqatî serokwezîrlê hikûmeta pêşdebirina karûbarên Lubnanê jî di hevdîtina digel Aroldo Lazarofermandê hêzên aştîparêz ên NY li başûrê Lubnanê (UNIFIL) got: Berfirehkirina destdirêjiyên dijminê Îsraîlî bo navçeyên curbicur yên Lubnanê, carek din dijberiya dijminê siyonîst li hember hemû hewldanên cih hatî ji bo pêkanîna agirbesê di çarçoveya amadetiya jibo cihanîna tam û tekûz a biryarnama 1701êye.
Usame Hemdan endamê polîtboroya tevgera Hamasê jî derbarê wê yekê got: Behsa agirbeseke qismî ne qamûl e , ji ber ku ya ku em dixwazin eva ye ku êrişên ser gelê Filistînê tam bên rawestandin.
Berxwedanê di vê rêyê de gelek berdêl da û hikûmeta Amerîkayê divê bizane ku em ê nebin goriyê xapandinên wê.
Hikûmeta Amerîkayê dixwest ku mijara muzakireyan ser xêra hilbijartinên vî welatî bi kar bîne û rêya bereyên berxwedanê ji hev cuda bike, Lê ew bi ser neket, karê ku hukûmeta Amerîkayê dike beşdariya tam dicinayetê de ye û heke bixwesta maşîna komkujiyê rawestîne, dabînkirina çek û sîlehan jibo dagirkeran radiwestand. Li ser vê esasê rayedarên komên n berxwedanê yên Filistîn û Lubnanê bi agehdarbûna ji armanc û destwerdanên Amerîka û Rêjîma Siyonîst, li ser prensîpên vekişandina hêzên dagirker ji Xezze û Lubnanê û vegera penab xwe yên neguher yanê derketina hêzên dagirkir ji Xeze û Lubnanê û vegeryana awareyan bo cih û warên xwe tekez kirin.