Rawêjkariyên navçeyî yên Eraqçî ji bo rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst
Wezîrê karên derve yê Îranê piştî sefera Lubnan û Sûriyê, di dewra dudiyan a sefera xwe bo Erebistan û Qeterê û li hevdîtina digel rayedarên van welatan, tekezî ser piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji berxwedanê û pêwîstiya bikaranîna hemû zirûf û îmkanên navçê ji bo rawestandina şerê li dijî gelê Filistîn û Lubnanê kir.
Seyd Ebas Eraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê li dewama sefera xwe ya navçeyî, roja çarşemiyê sefera Erebistanê kir û bi rayedarên pilebilind ên vî welatî ji wanMihemed Bin Selman, welîehd û Feysel Bin Ferhan wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir û Îro pêncşemê jî bi serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî re hevdîtin û gotûbêj kir. Eraqçî li hevdîtina bi rayedarên Erebistana Siûdî û Qeterê re , tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê li Xeze û Rexê rojavaya çemê Urdinê û Lubnanê ragehand ku hemû welatên navçeyê berpirsyar in ku ji rêya hewildana jibo rawestandina jînosayda li Xezeyê û rawestandina destdirêjiya Rejîam dagirker bi hemû hêza xwe ji bo parastina navçê ji karesata sepandî bi kar bînin. Eraqçî û Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî serokwezîr û wezîrê karên derve yên Qeterê her wiha li bara berfirehkirina peywendiyên Têhran û Dohayê û mijarên hevpar ên navçeyî û navneteweyî bi taybet alûgurên Libnan û Filistînê û pêwîstiya rawestandina şerxwazî û cinayetên Rejîma Siyonîstî gotûbêj kirin. Eraqçî bi hilkolandina hewlên du welatan ji bo rawestandina şerê li Xeze û Lubnanê û destxweiya ji rola avaker a Qeterê di vê warê de, şerxwzaiya Rejîma Siyonîst sedema sereke ya bêewlehî û bêîstiqrariya navçê da zanîn.
Seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê her wiha şeva derbasbûyî di gotûbêja ligel kanala televîzyonî ya El-Cezîre, tekezî li ser piştgiriya Îranê ji bereya berxwedana Lubnan û Filistînê kir û destnîşan kir: Her çend Îran li dû li şer û aloziyê nîne, lê ji her senaryoyekê re amade ye.Wî bal kişand ser wê yekê ku Rejîma Îsraîlê li dû şerekî berfireh û kişandina hin welatan ber bi vî şerî ve ye û got:Berxwedan dikare bersiva Rejîma Siyonîst bide û Netanyahu di şerê Xezeyê de armanca xwe yanê jinavbirina Hemasê bi dest nexist û dê li Lubnanê jî dê rastî heman rewşê were.