Destpêkirina dewranû ya êrişên komên berxwedanê yên Filistînê ser dagirkeran
Têkoşerên komên berxwedanê yên Filistînê di 295 rojên rawestana li ber artêşa rejîma siyonîst de, bi êrişên mûşekî, hawan û operasyonên kemînê karîn derbeyên giran li dijminê siyonîst bidin.
Tabûrên Şehîd Ebû Elî Mistefa, baskê leşkerî yê Bereya Gelanî jibo Rizgarkirina Filistînê ragihand ku li bersiva cinayetên artêşa Rejîma Îsraîlê li dijî gelê Xezeyê, têkoşerên van tabûran navendên kombûna hêzên dijminê siyonîst li rojhilatê Xezeyê dan ber mûşekan.
Her wiha hêzên Şehîd El-Qasim baskê leşkerî yê bereya Demokratîk a Rizgarkirina Filistînê ragihand ku hejmarek ji leşkerên siyonîst di encama operasiyoneke kemînê de li ser rêya karwanê leşkerî yê vê rejîmê li Tel El Sultan li bajarê Xan Yûnis li başûrê zîvala Xezeyê hatin kuştin.Tabûra şehîdên El-Eqsayê, baskê leşkerî yê tevgera Fetih jî bi daxûyaniyekê ragihand ku çekdarên vê komê cihê kombûna leşkerên Rêjîma Siyonîst li mêhwera Netsarîm" li navenda Xezeyê bi hawanên giran kirine armanc.
Her wiha têkoşerên van tabûran leşker û tirimbêlên dijminê siyonîst li derdora tirba El-Şêx Nasir li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê bi 60 hawanandan ber êrişan û derbeyên giran li wan xistin.Tabûrên Şehîd Îzeddîn El-Qessam baskê leşkerî yê Hemasê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmarek ji leşkerên Rejîma Siyonîst ji aliyê têkoşerên wan ve hatin birîndarkirin û kuştin.
Tabûrên El-Qessam destnîşan kir:Têkoşerên me di şer û pevçûnên li gel hêzên peya yên dijminê siyonîst de karîn hejmarek ji wan bikujin û hejmarek ji wan jî birîndar bikin. Tabûrên El-Qessam diyar kir: Têkoşerên van tabûran her wiha karîn hin ji hêzên piştgiriyê ên artêşa Rejîma Siyonîst li nêzî Mizgevta El-Bera li devera Tel El-Heva li başûrê bajarê Xezeyê bikujin û hejmarek ji wan birîndar bikin.