Şehadeta 38 hezar û 664 kesî li Xezeyê/ Hejmara birîndaran ji 89 hezar kesî derbas bû
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê gihîşt 38 hezar û 664 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezeyê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de artêşa Rejîma Siyonîst 3 cinayet û komkujî li zîvala Xezeyê pêk anîne. Di encama êrişên Rejîam siyonîst di heyama 24 saetên borî de, ser zîvala Xezeyê, 80 kes şehîd bûn û 216 kes jî birîndar bûn.
Bi hezaran şehîd û qurbanî hîna di bin kaviliyên herêma Xezayê de ne û dagîrker nahêlin alîkariya wan bikin.
Di halekê de ku cinayeta vê dawiyê ya siyonîstan li devera Mewasiya Xan Yûnis bala cîhanê kişandiye siyonîstan îdia dikin ku di vê cinayetê de wan dixwestin fermandarê pilebilind ê şaxê leşkerî Mihemed Zeyf teror bikin.
Rojnama Wall Street Journalê nivîsî ku Mihemed Zeyf fermandarê efsanewî û seyr û ecêb e ku bi caran Îsraîl işkest daye.Ji aliyê din ve saziya Alîkarî û kar ji bo penaberên Filistînî ya NY, UNRWAyê li Zîvala Xezeyê ragihand ku Rejîma Siyonîst zêdetir ji 190 avahî û saziyên ser bi NYê têk birine.
Înas Hemdan,Rêvebirê nivîsgeha UNRWA li Zîvala Xezeyê di civîneke rojnamevaniyê de got: Mixabin li Zîvala Xezeyê cihekî ewle nemaye û penaber nikarin cihekî ewle peyda bikin û li wir bistirin.
Hevgav rojnameyeke Îngilîzî behsa wêraniya berfireh li zîvala Xezeyê kir û ragihand ku tenê jibo rakirina kelefeyan ji zîvala Xezeyê 15 salan dem pêwîst e.
Rojnameya Guardian-ê nivîsîku nêzîkî 40 milyon ton kavilî li zîvala Xezeyê kom bûne û rakirina van xirabiyan li Xezeyê jî dê 600 milyon dolar xercê rake.