Adar 31, 2024 16:01 Asia/Tehran
  • 12 Ferwerdînê(31 Adarê) bîranîna nûkirina peymana gelên Îranê bi Inqilaba Îslamî ya Îranê re

Yewmullaha 12’ê Ferwerdîna 1358’an, ne tenê di rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê de, belku ji bo kesên istûxwar û tevgerên azadîxwaz û neteweyên ku li dijî zulm mêtingeriyê têdikoşin, rojeke mezin e.

 

Îro 12 Ferwerdînê, 31ê Adarê, bîranîna lidarxistina yek ji mezintirîn û girîngtirîn referandumên dîroka mirovatiyê ye, ku têde gelê şoreşger yê Îranê  sedî 99, dengê erê dan damezrandina Komara Îslamî ya Îranê.

Roja 12ê Ferwerdînê roja Komara Îslamî yek ji rojên herî mayînde û bibîranîna rojên inqilaba islamî ye û ne tenê ji bo gelên Îranê belkî ji bo gelên azadîxwaz e. 

Hezretê Îmam Xumeynî damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê (ra) 12 Ferwerdîn wiha wesif kir û got ku ev roj roja yekem yahikûmeta îslamî û roja Xwedê ye û roja ku gelê Îranê  ayetên îlahî  cih anîn û îslam zindî kirin.

Ji ber vê yekêYewmullaha 12 Ferwerdînê  roja  nîşandayîna viyana  gel a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bi rêbertiya Îmam Xumeynî (re) û nepejirandina her hukmekî biyanî li ser Îranê.

Nizama îslamî ya li ser bingeha demokrasiya olî ser  navê Komara Îslamî ya Îranê bi sedî  98.2 dengên gel hate damezrandin û ava kirin.

Di rastiyê de, referanduma 12ê Ferwerdînê û roja Komara Îslamî ya Îranê, encama tekoşîna bi salan a gelê dîndar  û bawermend ê Îranê bû ku daxwaza serxwebûna siyasî û azadbûna ji her zincîreyên kolonyalîst û mêtingeriyê dikirin.

Bi vê munasebetê, wezareta karên derve ya Îranê îro di daxûyaniyekê de ragihand: Em bi gelê besîr û hişyar ê Îranê re peyman axwe nû dikin ku ji bo parastina berjewendiyên netewî li meydanên navneteweyî û  û gotinên rêberê giranqedr ê Inqilabê  di warê berfirekirina peywendiyên hevseng  bi welatên cur  bi cur ên cîhanê re cih bînin.  

Di dewama vê daxûyaniyê de hatiye: Amadebûna bi coş a gelê ezîz yê Îranê di rojên 10 û 11`ê  Ferwerdîna 1358`an li ser sindoqên dengdanê, hemaseyeke bêhempa di dîroka Îranê de pêk anî û bi  sedî 98.2 ji dengên gelê Îranê,  hakimiyeta Komara Îslamî ya Îranê û  modela demokrasiya olî ji bo sîstema siyasî ya Îranê  ji aliyê hemî gel ve hat piştrsatkirin. 

 

Serepeyv