Adar 30, 2024 16:24 Asia/Tehran
  • Sûriye: Rejîma Siyonîst sedema bêîstiqrariya li navçê ye

Wezareta karên derve ya Sûriyê êrişên siba îniyê yên Rêjîma Siyonîst ser hin navçeyên derdora Helebê şermezar kir û ev rejîm sedema bêîstiqrariya navçê û êş û azara xelkê wê da zanîn.

Wezareta karên derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: Sûriye êrişên terorîstî yên Rêjîma Dagîrker a Israîlê sibeha Îniyê li çend deverên derdora Helebê şermezar dike ku di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn û ziyanên madî li mal û milkên  milkên giştî ketinVê wezaretxaneyê tekez kir: Tesadûfî û bêheger nîne ku Rejîma nijadperest a Siyonîst hevgavê êrişên komên terorîstî yên hevpeymanên xwe êrişî Sûriyê dike.

Ev komên çekdar ên terorîst ji Idlibê û derdora rojavaya Helebê bi balafirên bê mirov êriş kirin û sivîlên bajarê Helebê û derdora wêdan ber êrişan.

Wezareta Derve ya Sûriyê got: Êrişên berdewam ên Rêjîma Israîlî, mahiyeta wê ya bi dijminatî û hovane îsbat dike û nîşan dide ku ev rejîm sedema bêîstiqrariya navçê û azara xelkê wê ye û Sûriyê bang li hemû aliyan dike

Welatên cîhanê li hember kiryarên Rejîma Siyonîst û binpêkirinên giran û dubare yênqanûnên navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bînin û vê rejîmê û piştgirên wê neçar bikin ku êriş û cinayetên xwe li Filistîn, Sûriye û Lubnanê rawestînin.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat dayîn ku îro danê sibê saet 01:45ê sibehê dijminê Îsraîlê ji aliyê başûr-rojhilatê Helebê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xal li derdora Helebê kirin armanc.

Vê çavkaniyê amaje bi wê yekê kir: Hevgavê êrişa esmanî ya dijminê Îsraîlî, Komên terorîst li Idlibê û derdora rojavayê Helebê bi  bi xwefiran êrş kirin ser vî bajarî û derdora wê.

Li gorî vê raporê, di encama vê êrişê de hejmarek ji hêzên leşkerî û welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne û ziyanên madî jî bi mal û milkên giştî û taybet ketine.

 

 

Serepeyv