Adar 16, 2024 16:45 Asia/Tehran
  • Meşqa hevpar a kembera ewlehiya deryayî , peyama aştî û hevaltiyê li bakurê oqyanûsa Hindê û deryaya Omanê

Meşqa hevpar a kembera ewlehiya deryayî ya sala 2024-an bi amadebûna yekîneyên bejahî û firînê yên hêza deryayî ya Îranê û yekîneyên bejahî yên Çîn û Rûsiyê û nûnerên welatên Oman, Azerbaycan, Kazaxistan, Pakistan û Afrîqaya Başûr bi peyama aştî hevaltiyê li bakurê oqyanûsa Hindê û deryaya Omanê ji bo 2 rojan hat lidarxistin.

 

Meşqa hevpar a kembera ewlehiya deryayî ya sala 2024-an bi dirûşma - Bi hev re ji bo pêkanîna ştî û ewlehiyê- li navçeyeke  1 7hezar  kîlometre çarkunc li bakurê oqyanûsa Hindê û deryaya Omanê bi beşdariya  yekîneyên bejahî û firînê yên Hêzên deryayî yên Komara Îslamî ya Îranê û yekîneyên bejayî yên Çîn û Rûsiyê û nûnerên welatên Oman, Azerbaycan, Kazakistan, Pakistan û Afrîqaya Başûr bi peyama aştî û hevaltiyê 2 rojan  hat li dar xistin.

Di vê meşqê de yekîneyên bejahî û firînê yên hêzên deryayî yên Komara Îslamî ya Îranê ku pêk hatibû ji paporşikênên Cemaran, Dêna, Bayndêr û gemiyên Gênavê, Zirih, Sîrcan û gemiyênhêzên deryayî yên Sipahê Pasdaran  yanê  gemiyên Şehîd Silêmanî, Ebû Mehdî El-Muhendis  û papora Şehîd Mehmûdî û Tonder  beşdar bibûn.

Her wiha yekîneyên deryayî yên Federasyona Rûsiyê li gel paporeke biçûk 2 gemiyên şer û gemiyeke tidarekatê ya ya hêza deryayî ya Çînê di vê meşqê de beşdar bibûn

Armanca lidarxistina vê meşqaê xurtkirina ewlehî û bingehên wê li herêmê û berfirehkirina hevkariyên çendalî   di navbera welatên beşdar  nîşandayîna nêta xêrê û şiyana  van welatana  bo piştgiriya hevpar a aştiya lio cîhanê, ewlehiya deryayî û avakirina civakek deryayî ya bi paşerojeke hevpar bû.

Armancên wê yên din jî xurtkirina ewlehiya bazirganiya deryayî ya navneteweyî, rawestana  li himber diziya deryayî, terorîzma deryayî , kiryarên mirovî, veguhertina agahiyan di warê rizgarkirina deryayî û veguhertina ezmûnên operasiyonê û taktîkî bûn.

 

 

Serepeyv