Adar 02, 2024 16:54 Asia/Tehran
  • Berdewamiya cinayetên siyonîstan hevgavê 148-emîn roja jînosayda Rejîma Siyonîst û Amerîkayê li Xezeyê

Hevgavê 148-mîn roja jînosayda Rejîma Siyonîst û Amerîkayê li Xezeyê û rexê rojava, nûçegîhanê NY li karûbarên mafên mirovan, bêdengiya welatan li hember cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê rexne kir.

Êrişên balefirên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst û topxaneyên vê rejîmê di sietên serê sibê ser beşên curbicur ên Zîvala Xezeyê tim  berdewam in ku heta niha  di encamê de hejmareke zêde ji filistîniyan şehîd û birîndar bûne.

Balefirên cengê yên vê rejîmê, navçeya Til-Zeiter a  bakurê zîvala Xezeyê bombebaran kirin.

Herwiha firokeyên cengê yên Rêjîma Siyonîst malên xelkê li herêma El-Besê li rojavaya Dêra Belehê bombebaran kirin.ş

 Her wiha Rejîma Siyonîst taxa El-Zeytûn a li başûrê rojhilatê  zîvala Xezeyê ku yek ji mêhwerên giring ên pevçûna navbera siyonîstan û bereya berxwedanê  tê hesabê, dan ber êrişên. 

 Her wiha Artêşa Rêjîma siyonîst  li rojavayê bajarê Xan Yûnis li başûrê Zîvala  Xezeyê û cihên kombûna welatiyên filistînî û Mizgefta El-Buxarî li rojavayê kampa Cebaeliyê li bakurê zîvala Xezeyê bombebaran kir. 

Leşkerên siyonîst her wiha êrişî herêma Benî Neîm li rojhilatê El-Xelîlê li başûrê rojavayê çemê Urdinê kirin.

Bajarê Yeta li başûrê  El-Xelîlê jî rastî êrişa hêzên siyonîst hat û leşkerên hanê  her wiha êrişî bajarê Dora yê  başûrê  El-Xelîlê kirin. Di vê çarçoveyê de, raportorê mafên mirovan ê NY li Filistînê got: Bêdengiya welatên endamên NY li hember van cinayetan mirobv matmayî dike. Wî destnîşan kir: Tenha rêya alîkariya bo xelkê Xezeyê rawestandina şer li vê herêmê ye. 

Ji aliyê din ve Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê îro ragihand ku hejmara şehîdên şerê Xezeyê gihîştiye 30 hezar û 320 kesan û ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 saetênderbasbûyî de 10 komkujî  û cinayetên din li vê zîvalê kirine.

 Vê wezaretxaneyê ragihand ku hejmara şehîdên şerê li Xezeyê gihîştiye 30 hezar û 320 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 71 hezar û 533 kesî  û li gorî vê raporê zêdetirî 7 hezar kes winda bûne û di bin xirabeyan de mane.

 

 

 

Serepeyv