Gelê Îrana Îslamî serketiyê hilbijartin
Beşdariya bi coş a gelê Îrana Îslamî li ser sindoqên dengdanê, cardinê hewldana dijminan jibo boykotkirina hilbijartinan bê encam kir û piştgiriyeke xurt û qahêm ji welêt re pêk anî.
Hilbijartinên dewra 12- an a meclisa şêwra îslamî ya ji bo hilbijartina 290 nûneran ji bo çar salan û dewra şeşemîn a meclisa şarezayên rêberiyê ji bo hilbijartina 88 endamên vê meclisê ji bo 8 salan, roja Îniyê di rewşekê de hatin lidarxistin ku dijminên biyanî û hin kesên di hundir de propagandayeke berfireh bona boykotkirina van hilbijartinan ji mêj ve dest pê kiribûn, tevî vê yekê jî beşdariay bi coş a gel li ser sindoqan selimand ku baweriya gel bi hizûr û hebûna xwe ya di nizama Komara Îslamî ya Îranê heye û beşdariya 25 milyon kesênku mafê dengdanê di hilbijartinan de hebûn,piştgiriyeke mezin ji bo welat û saziyên din ên welêt pêk anî.
Xala din a girîng derbarê hilbijartinên roja Îniyê de ew e ku divê bê zanîn ku ev hilbijartin di şert û mercên boykotên aborî û her wiha di ewlehî û saxlemiya tam de hat lidarxistin ku ev yek jî serkeftineke din bo gel û nizama komara îslamî ya Îranê tê hesabê, ji ber ku pirsgirêkên aborî li welêt, bibûn mêhwer û mijara propagandayê ku medyaya dijber bû ku nehêlin gelê beşdarî hilbijartinan bibin lê beşdariya 25 milyonî ya kesên ku mafê dengdanê di hilbijartinan de hebûn, îspat kir ku cuda ji nakokiyên siyasî û çavnebariya dijminan, gel pirsgirêkên aborî weke hincet ji bo beşdarnenebûna xwe bi kar neanîn.
pir eşkere ye ku hilbijartinên dewreyên drebasbûyî yên piştî serketina Înqilaba Îslamî de roleke bingehîn di jiyana siyasî ya welat de hebûne û di rastiyê de jî ev yeka girîngtirîn mekanîzma beşdariya komên siyasî bûye.
Nizama Komara Îslamî ya Îranê bi lidarxistina gelek hilbijartinan ji despêka inqilaba mezin Îslamî ve heta niha , modela nû ya demokrasiya olî bi beşdariya siyasî ya endamên civakê derxistiye meydanê. û nîşan daye.