Kanûn 09, 2023 16:40 Asia/Tehran
  • Lawaziya Konseya Ewlehiyê di warê girtina pêşiya Rêjîma Siyonîst / Hejmara şehîdên Xezeyê ji 17 hezar û 500 kesî derbas bû

Li 64emîn roja operasiyona bahozê ya El-Eqsayê, êrişên Rejîma Siyonîst ser deverên sivîl û mal û xanîberên li zîvala Xezeyê berdewam in û li dawîn dewra van êrişan de, Rejîma Siyonîst malek li kempa Xan Yûnisê bombebaran kir ku di encamê de 13 kes şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn.

Hevgav derbeyên giran ên berxwedanê li artêşa Rejîma Siyonîst li meydana şer berdewam dikin ku li gorî gotina Ebû Ubeyde, berdevkê tabûrên Qessam ,şaxê leşkerî yê Hemasê, berxwedana Îslamî ya Filistînê  di 24 sietên derbasbûyî de 21 wesayitên zirhî  yên dagirkeriya Îsraîlê  li mêhwerên curbicur  li zîvala  Xezeyê îmha birine. 

 Hevgavê civîna Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo pêkanîna agirbeseke lezgîn li Xezeyê ji ber vetoya Amerîkayê  rastî işkestê hat. Tevgera Hemasê vetokirina vê pêşnûmeyê ji aliyê Amerîkayê ve wek kiryareke neexlaqî û nemirovî û weke hevkariya  wê ya rasterast  bo dewama kuştina gelê Filistînê da zanîn.

Ji aliyê din ve, Serokê UNICEFê ragehand ku, rewşa Xezeyê ji ber  bombebaranan diltezîn e hejmara zarokên qurbani ji hezar kesî  derbas bûye.

UNICEFê tekez kir ku em  daxawaz agirbesa li Xezeyê dikin, ji ber ku ev tenha rêya rizgarkirina zarokan e.

Tabûrên Îzedîn El-Qesam, baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Filistînê (Hamas) ragihand ku têkoşerên berxwedanê odeyên fermandehiya artêşa Rejîma Siyonîst li ebereya başûrê Xezeyê bi hawanan dane ber êrişan. 

 Hevgav kampa El-Şe'ûtê  li rojavayê bajarê Refeh li başûrê zîvala Xezeyê ket ber êrişên hewayî yên dagirkeran.

Xwefirên Rejîma Siyonîst malên xelkê li şeqaama El-Selamê li Dêr Belehê li navenda zîvala  Xezeyê  bombaran kirin.

Çavkaniyên Îbranî jî  eşkere kirin ku ji destpêka operasyona mezin a bahoza El-Eqsayê ya berxwedana Filistînê, derdora  370 hezar  filistînî terka axa xwe dane û zêdetirî 600 hezar  kes  jî derketine derveyî Filistîna dagirbûyî  û ji dema ku şêr destpê bûye êdî  venegeriyane.Rojnameyeyek Siyonîstî  jî nivîsî: Ji destpêka şerê bahoza Eqsayê  ve heta niha zêdetir ji 5 hezar leşkerên Îsraîlê birîndar bûne ku 2 hezar ji wan bêendam  û seqet bûne. 

 Rojnameya siyonîstî ya Yediot Aharonot ji zarê çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê  ve nivîsî:

Ji  nav  5 hezar birîndarên Rejîma Siyonîst 2 hezar kes ji wan  kêmendam seqet bûne.

Şerê hovane yê Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê li zîvala Xezeyê û rexê rojavaya  çemê Urdinê derbasî meha sêyem a xwe  bûye û di vê midehê de Amerîka û hin welatên ewropî bi hemû hêza xwepiştirî dane Rejîma Siyonîst.

Serepeyv