Îlon 29, 2023 10:15 Asia/Tehran
  • Tê pêbînîkirin hemî ermenî ji Qerebaxê bên derxistin

Serokwezîrê Ermenistanê got ku em pêşbînî dikin ku ermeniyên Qerebaxê piştî êrîşa Komara Azerbaycanê ser vê navçeyê , tam ji vê deverê derkevin.

 

Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê vî welatî şeva buhurî ragihand ku heta siet 22:00 li gor dema herêmê, zêdetir ji 78 hezar kes ji xelkê Qerebaxê derbasî vî welatî bûne.

Wî got ku li gor şiroveyandi rojên bê dê ti  ermeniyek li Qerebaxê nemîne.

Ev kiryara Komara Azerbaycanê tê wateya cîbîcîkirina tam ya siyaseta paqijkirina etnîkî û derxistina xelkê ji welatê wan. Tiştê ku me pêştir jî bi caran derbarê wê  hişyarî  dabû cîvaka cîhanî.

Serokwezîrê Ermenistanê di berdewamiya axaftina xwe de gotinên vik û vala ên civaka navdewletî ji bo şermezarkirina paqijkirina etnîkî li Qerebaxê û bêdengiya wan a li hemberî êrişên Komara Azerbaycanê ser vê navçeyê tam bê erziş wesif kir. 

Dîmdnên ku di van rojên dawî de ji Ermenîstanê hatine weşandin, nîşan didin ku xelkê vî welatî

 li navçên sînorî û li ser rêya derbasbûna ermenîyên Qerebaxê pêşwaziya koçberên Qerebaxê dikin.

 Hikûmeta Ermenistanê jî ku pêştir  pêşbîniya penaberiya berfireh a ermeniyên Qerebaxê kiribû, alîkariya ji bo penaberan xistiye rojeva xwe û tevî dayîna alîkariyên pereyî,  xanîberên demkî ji bo penaberan dabîn kiriye.

Hevgav çavkaniyên nûçeyan li Komara Azerbaycanê hejmara kuştiyên vî welatî di encama êrîşa ser Qerebaxê de 192 kes ragihandine.

Komara Azerbaycanê di 19 û 20ê Îlonê de êrişî Qerebaxê kir.

Ermenistanê ev êriş wekî binpêkirina eşkere ya xalên peymana aştiyê ya 2020-an bi nav dike.

Êrişa  vê dawiyê ya Komara Azerbaycanê ser Qerebaxê ku ermenî lê dijîn,  rastî nerazîbûnên tund ên raya giştî  ya navçê û cîhanê hatiye.

Ev kiryar tê wateya hewldana Bakûyê  ji bo guhertina sînorên erdnîgariya navçeyê.

 

Serepeyv