Îlon 28, 2023 10:38 Asia/Tehran
  • Piştî êrîşa Azerbaycanê ser Qerebaxê zêdetirî 65 hezar kes ji ermeniyên vê deverê reviyan

Berdevkê Serokwezîrê Ermenistanê  ragihand Piştî destpêbûna  operasyona leşkerî ya Komara Azerbaycanê li Qerebaxê zêdetirî 65 hezar kes ji ermeniyên vê deverê terka malên xwe dan û derbasî nava Ermenistanê bûn. 

 

 Nazli Bagdasariyan, berdevka serokwezîrê Ermenistanê roja çarşemiyê got: Hejmara kesên ku piştî operasiyona leşkerî ya heftiya buhurî li herêma Qerebaxê ji Azerbaycanê çûne Ermenistanê, ji 65 hezarî derbas bû.

Çavkaniyên nûçeyan radigihînin ku piştî êrîşên vê dawiyê yên Komara Azerbaycanê  ser vê deverê, zêdetir ji sê yeka 120 hezar Ermeniyên ku li Qerebaxê dijîn, ji wir reviyane.

Komara Azerbaycanê  19’ê Îlonê  bi hinceta rawestana li ber çalakiyên terorê êrîşî herêma Qerebaxê kir.

Hikûmeta Ermenîstanê ev operasyon weke êrîşeke li dijî gelê Qerebaxê bi nav kir û careke din tekez kir ku li vê herêma kêşeliser ti leşkerên wan  nînin.

Roja din, yanê 20ê Îlonê , Komara Azerbaycanê û nûnerên Qerebaxê bi navbeynkariya hêzên aştîparêz ên Rûsyê li ser rawestandina tam a şer û pevçûnan li hev kirin.

Hîkmet Haciyev, Alîkarê Serokomarê Azerbaycanê roja Îniya derbasbûyî gotibû, ji bo ermeniyên Qerebaxa Çiya zehmet e ku tevlî herêmên di bin kontrola Bakûyê de bibin û divê Bakû xwe amade bike ji bo wê yekê ku hinek ji wan biryarê bidin ku ji axa Azerbaycanê derkevin.Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê îro Çarşemê ragihand ku di encama êrişa vî welatî  ser herêma Qerebaxê de 192 leşkerên vî welatî hatine kuştin û 512 jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve kabînye awezîran a Ermenistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku, Serokwezîrê vî welatî û Serokkomarê Franseyê di peywendiyeke telefonî de rewşa mirovî ya Qerebaxê hilkolandin.Di vê daxuyaniyê de hatiye: Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, rewşa niha ya Qerebaxê û herwiha rewşa ermeniyên li Qerebaxê yên ku bê mal mane, hilkolandine

Her wiha pirsgirêkên dualî yên di navbera Ermenistan û Fransayê de hatin  hilkolandin.Liv û tevgerên leşkerî yên vê dawiyê yên Komara Azerbaycanê li herêma Qerebaxê rastî nerazîbûna  civaka navdewletî hatiye. 

 

Serepeyv