Şerta Amerîkayê bo hevdîtina Nêtanyahû bi Baydên re
Zêdetirî 3 hezar û 500 akademîsyen û hunermendên Îsraîlî bi nameyekê daxwaz ji Serokkomarê Amerîka û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kirin ku bi Nêtanyahû re hevdîtinê nekin û nehêlin ku ew di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de biaxive.
Ev daxwaz piştî wê hat kirin ku Serokkomarê Amerîkayê, Joe Biden piştî çend mehan redkirina hevdîtina bi Netanyahu re, dawiya dawî razî bû ku ne li Koşka Spî wek ku Netanyahu daxwaz kiribû, belku li kêleka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi wî re gotûbêjê bike.
Aksius, ji zarê du karbidestên Îsraîlî ve nivîsîbû ku Netanyahu ji ber ku nehat vexwendin bo Koşka Spî , tehqîr û rûreş bû û zext û zor anî ser balyozê Îsraîlê li Washingtonê Michael Herzog kir ku bikarbe bi Biden re hevdîtinekê pêk bîne.
Herweha pêştir rojnama Yediot Aharonot berdewamiya lawahiya serokwezîrê rêjîma dagîrker a ji bo çûna Koşka Spî û hevdîtina digel serokkomarê Emerîkayê û amadebûna wî bo dayîna hinek serpişkiyan bo pêkanîna vê armancê aşkera kiribû.
Şeş mehan berî niha Netanyahu ji ber nerazîbûna ji nevexwendina wî bo Amerîkayê, ferman da wezîrên kabîneyê ku heta ku Koşka Spî wî ji bo vê seferê û hevdîtina bi serokomarê vî welatî venexwîne, bi Amerîkiyan re hevdîtinê pêk neynin.
Piştî vê yekê medyayên siyonîstî şertê dewleta Biden ji bo hevdîtina serokomarê vî welatî û serokwezîrê Rejîma Siyonîst eşkere kirin.
Radyoya Rejîma Siyonîstî eşkere kir ku dewleta Amerîkayê şertekî nû ji bo îmkana hevdîtina di navbera "Joe Biden" serokomarê vî welatî û "Binyamin Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst kivş kiriye
Vê Radyoyê li ser malpera xwe ragihand ku Berpirsên payebilind ên Koşka Spî nameyek pêşkêşî ofîsa serokwezîrê Rejîma Israîlê kirin, ku tê de îhtîmala hatina Netanyahu bo Koşka Spî û hevdîtina bi Biden re û herwiha alîkariya Amerîkiyan bo asayîkirina peywendiyên di navbera Tel Aviv û Riyazê , bi şertê rawestandina proseya pesendkirina pêşnûmeya guhertinên dadwerî qebûl dike.
Netanyahu piştî vegera ser desthilatê, pêşnûmeya reforma dadwerî ku dijberên wê jê re dibêjin “derbeya dadwerî” pêşkêş kir û ji 9 meh berê ve her roja Şemiyê xwepêşandanên nerazîbûnê li dar dixin û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Sêşema borî jî kolanên ber bi Dadgeha Bilind ve bûne meydana xwepêşandanan.
Şeva Duşemê, bi hezaran siyonîstên ku li herêmên dagirkirî dijîn, piştî xwepêşandanên kolanan çûne ber mala Netanyahu û li ber mala wî li Qudsê kom bûn û li dijî pêşnûmeya guhertinên dadwerî ku kabîneya Netanyahu dixwaze li Knessetê pesend bike, protesto bikin.
.
Sêşema bihurî, Dadgeha Bilind a Rejîma Siyonîst bi amadebûna her 15 dadweran, bo yekem car civînek ji bo lêkolina şikayetên li dijî vê qanûna navborî pêk anî û di dawiya rûniştina xwe ya 13 saetî de, 21 rojan derfet da parêzger û dozgerên vê qanûna bi hellahella ku doza xwe bikemlînin.