Iraq û Tirkiyê li ser nifta Herêma Kurdistanê dijî hevdu gilî kirin
Tirkiyê wek bersiva bo giliya Iraqê ji vî welatî ji bo wergitina cezaya 1,4 miliyar dolarî, li dadgeheke Amerîkayê ji dadgehê xwestiye ku Iraqê ji ber binpêkirina lihevkirinnameya li ser veguhestina niftê û hesabkirina nirxa fayîzê, mehkûmî dayîna derdora miliyarek dolar bo Enqereyê bike.
Dîwana Dadweriya Aborî li Parîsê di Nîsana derbsbûyî da Tirkiye ji ber hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Irqê bêyî îzna Bexdayê mehkûmî dayîna 1.4 miliyar dolarî kir. Ji wê demê va hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin û Tirkiyê jî ev pere nedaye.
Ji aliyê din va, Kovara Meadle east Eye'ê qala hewldana Bexdayê ji bo neçarkirina Tirkiyê bo dayîna cezaya 1.4 miliyar dolarî bi hilêxistina giliyekê li dadgeheke xwecihî li Amerîkayê kir û ragihand, Iraqê Tirkiye ji vê giliyê haydar nekiriye û tenê hewl daye bi rêya gotûbêjê Enqereyê razî bi dayîna cezayê bike.
Rayedarên bihêrs ên Tirkiyê soz dane ku ew ê kiryareke guncan wek bersiva gilya Iraqê bikin. Tirkiyê wek bersiva bo giliya hilêxistî ji aliyê Irqê li dadgeha xwecihî ya Kolombiyayê ya Amerîkayê, roja Pêncşemiya borî bi vekirina dozekê dijî Bexdayê, ji vê dadgehê xwestiye ku Iraqê ji ber binpêkirina lihevkirinnameyên berê mehkûmî dayîna 950 miliyon dolarî bo Tirkiyê bike.
Tirkiyê ji bo deyndarnîşandana Iraqê li dosyeya hilêxistî li Dîwana Dadweriyê ya Parîsê ev heger aniye ku giliya hilêxistî ji aliyê Iraqê va dijî Tirkiyê têkildarî lihevkirna du welatan ji bo veguhestina nifta Herêma Kurdistana Iraqê ji sala 2014an heta 2018an e; lê hikmê ku Tirkiye li vê dadgehê serkeftî ragihandiye û cezaya 500 miliyon dolarî sepandiye ser Iraqê têkildarî kapasîteya kêm a boriyê di dehsaliya 1990î da ye. Vêca eger sûda cezayê ya vê mijarê ku têkildarî sê dehsaliyên berê ye were hesabkirin, Tirkiye ne tenê hewce nîne cezayekê bide Iraqê, belkî divê zêdetirî 950 miliyon dolarî ji Bexdayê bistîne.
Li gorî rapora Meadle East Eye'ê, Rayedarên Tirkiyê ji hilêxistina giliyê ji aliyê Bexdayê va li dadgehên Amerîkayê nerazî ne. Tevî vê yekê, Rayedarên iraqî heta niha bersiva nameya Tirkiyê nedane. Tirkiyê tevî daxwaza dayîna xerebûyê ji Bexdayê, daxwaza girêdana dosyeya giliyeke din a dijî xwe ji aliyê Bexdayê va dike.