Tebax 25, 2023 17:37 Asia/Tehran
  • Endamtiya fermî ya Îranê nav BRICS-ê de; Peyam û dûhatên wê

Komara Îslamî ya Îranê piştî Şanghayê bi fermî bû endamê BRICS-ê.

Di civîna vê dawiyê ya BRICSê de li Afrîqaya Başûr, endamtiya Îranê di vê hevpeymaniya aborî de hat pejirandin.

 BRICS di sala 2001an de hat avakirin. Çar hêzxurtên aborî yên  teze derketî yên cîhanê, Brazîl, Rûsiye, Çîn û Hindistanê plana avakirina koma BRICS xistin rojevê. Di dawiyê de, Koma BRIC di 16ê hezîrana 2009-an de bi fermî hat damezrandin û bi zêdekirina Afrîqaya Başûr di 21-ê îlona 2010-an de, navê wê ji BRICê veguherî û bû BRICS.

15-emîn Civîna rayedarên  BRICSê ji sêşema derbasbûyî  ve heta pêncşemê li Johansburga Afrîqaya Başûr hat lidarxistin.

Seyîd Îbrahîm Rayîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, siba pêncşemiyê li serdeweta fermî ya serokomarê Afrîqaya Başûr ji bo beşdariya di civîna  rayedarên BRICS giheşt vî welatî.

Serokkomarê Afrîqaya Başûr di  civîneke çapemeniyê ya hevpar bi rayedarên  Rûsiye, Çîn, Brazîl û Hindistanê re  ragihand ku koma  BRICSê endametiya Îran, Arjantîn, Erebistan, Misir, Îmarat û Etiyopiyê nav vê komê pejirandiye.

Endametiya  Îranê  nav koma BRICSê de dikarin sêyem destkefta herî girîng a dewleta Reyîsî di warê siyaseta derve de bi nav bikin.

Endametiya Îranê  nav Rêxistina Hevkariya Şanghayê û vejiyandina  peywendiyan bi Erebistana Siûdî  re du destkeftên din ên dewletê di warê siyaseta derve de bûn.

BRICS hevpeymaniyeke dervey parezemînî ye û welatên parezemînên Asya, Afrîqa û Ewropayê, ku her yek  wek hêzên nû yên aboriya cîhanê ne, her wiha du endamên wê, yanê Rûsya û Çîn, endamên dayimî yên Konseya Ewlehiyê ne û mafê vetoyê hene, cih û şûna vê komê bilind kirine.

Peyama girîng a endametiya Îranê nav Şanghay û BRICSê  ew e ku siyaseta xistina Îranê nav tecrîdê  ne tenê  işkest xwariye, belkî  hêzxurtên nû derketî li  cîhanê hez dikin peywendiyên xwe bi Îranê re xurt û bihêz bikin.

Husêyn Emîr Ebdullahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, endametiya Îranê nav koma BRICS`ê weke pûçkirina boykotan û bêencamkirina siyaseta  xistina Îranê nav tecrîdê  da zanîn ku dikare weke derfetekê were hesabê  bona pêşdexistina peywendiyên siyasî û danûstandinên ticarî. 

Wî her wiha nivîsî:

Welatên endamê BRICS  ku xwediyê nifûsa zêdetir ji 3 milyar kesî yanê  sedî 40 ê ji nifûsa cîhanê pêk tînin û sê yekê topa erdê bi xwe ve terxan kirine, zirûfeke baş ji bo hevkariyên dualî bi Komara Îslamî ya Îranê re hene  û bo  Koma BRICSê jî  zirûf û potansiyelên bi nirx ên  Îranê bi taybet cih û şûna  jeopolîtîk û jeostratejîk, çavkaniyên dewlemend ên enerjiyê, hêza mirovî ya pispor û kêrhatî, pêşkeftinên berbiçav di warên curbicur de pir balkêş in. 

 Dûhata girîng a endamtiya fermî ya Îranê nav  BRICS de ew e ku  bêencamkirina boykotên Amerîka û Ewropayê  pêkan dibe.

Kazim Celalî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rûsiyê li ser rûpela xwe ya civakî derbarê endametiya  Îranê nav koma BRICS nivîsî:

Qebûlkirina endametiya Îranê koma BRICS bi pêwendiya nêzîk û pêbaweriya bi endam û damezrênerên wê yên sereke pêk hat ku derfetên nû di  warê geşatiya siyaseta derve ya Îranê bona pêşketin û rawestana li himber zext û boykotên rojavayê pêk tîne. 

 

 

منبع خبر

Serepeyv