Tebax 14, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Bernameya sêalî ya Tirkiyê bo vegerandina awareyên sûrî bo welatê wan

Rojnameyeke Tirkiyê ragihand ku serokkomarê vî welatî fermana pêkanîna mekanîzmeke sêalî bo destpêkirina vegeryana awareyn sûrî bo welatê wan daye.

 

Rojnameya Sabahê çapa Tirkiyê nivîsî, bernama sêalî navbera Wezarea Navxwe, AKP û blûka wê ya parlemanî bo derxistina awareyn sûrî ji Tirkiyê hatiye amadekirin.

 Li gor bernama  sêalî, heta dema ku rewşa aborî û ticarî li bakurê Sûiyê were xweşkirin û vejiyandin,ew  rê didin bazirganên Tirkiyê ku li wir teşkîlat û karistanên xwe ava bikin û derfetên  kar û xebatê pêk bînin ku rewş bo vegeryana bi sedan hezar penaberên sûrî were dabînkirin.

  Li gorî gotina çavkaniyên agehdar yek ji berşûlayên herî giring ên vê planê, dabîan Helebê, paytexta aborî ya Sûriyê nav dilê vê planê ye.

 Ji ber liv û tevgerên  eskerî yên Tirkiyê li Sûriyê û dagirkirina beşeke  befireh ji axa Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê va û komên çekdar ên bin fermana  wê, karzan bi şik û guman li vê plana  hikûmeta Erdogan derbarê awareyên sûrî dinêrin. Li gor nûçeyeke din Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê amara penaberên femî yên sûrî pêştir sê milyon kes ragihandiye.

 Wezareta karên Navxwe ya Tirkiyê îro duşemiyê bi daxûayniyekê ragihand: Li vî welatî bi femî sê milyon  û 321 peanberên sûrî hene. Eva di halekî de ye ku  siyasetvanên dijberê hikûmetê amarên zêdetir ragihandine.

 Omîd Ozdaq, Rêberê partiya Zeferê ya Tirkiyê derbarê vê yekê de gotibû zêdetirî 10 milyon penaber li Tirkiyê hene.

 Kemal Kiliçdaroglû û medyayên dijberê AKP jî qala  hebûan 8 milyon penaneran dikin.

 Piştî şerê navxweyî li Sûryê d destpêka sala 2011an û pişt re  berfirehbûna xebatên DAIŞêli vî welatî û zêdebûna bêewlehiya ji ber liv û tevegrên  berfireh ên eskerî yên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê li Sûriyê, bi milyonan sûrî neçar man terka bajêr  an welatê xwe bidin.

 Beşek ji van penberan berê xwe danTirkiyê. Tirkiyê jî berdêla girtina pêşiya koçberbûna  van awareyan nav  Ewrûpayê, bi milyoan Euro pere ji YE wergirtiye.

 

 

Serepeyv