Tebax 09, 2023 16:28 Asia/Tehran
  •  Komcivîna Navçeyî ya Yekitîya Îslamî li Ûrmiyê hat lidarxistin

Dora sisêyan a Komcivîna Navçeyî ya Yekitîya Îslamî bi beşdariya bi sedan ramanwer û hizirmendên îranî û derveyî li Ûrmiyê hat lidarxistin.

Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Hemîd Şehrîyarî Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Lihevnêzikkirina Mezhebên Îslamî di dora sisêyan a Komcivîna Navçeyî ya Yekitîya Îslamî da got: Dema pêngavrakirinê ji bo bidestxistina mijara "Umeta Yekgirtî ya Îslamî" hatiye da ku dîplomasi9ya bijareyan bigihîne asta dîplomasiya gelanî û gelemperî.

Mamosta Ebdusselam Kerîmî Şêwirmendê Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Karûbarên Qerwm û Mezheban jî di dora sisêyan a Komcivîna Navçeyî ya Yekitîya Îslamî li Ûrmiyê da tekezî li ser wehdeta navbera misilmanan kir û got: Reftara aliman divê li gorî ronkirin û lêkolînê be da ku cehalet û dijminatiyê ji nav bibe.

Wî got: Hewcetî bi fiqheke nû heye ku berjwendiyêîn tevahiya cîhana Îslamê berçav bigire û li gorî meseleyên îroyîn be û dengekî û kiryarekê ji xwe nîşan bide û ev fiqh nabe ku ciyawaziyan navbera qewman dayîne.

Mamoste Mamed Keleşînijad Pêşnimêjê Îniyê yê suneyên Ûrmiyê jî di dora sisêyan a Komcivîna Navçeyî ya Yekitîya Îslamî da got:

Dewletên îslamî divê bi parastina peywendiyên hevpar li dû vejiyandina şaristaniyeta nûjen a îslamî bin.

Wî got: Gelê misilman ê Îran û cîhanê xwedanê Aşûrayê ne û ev mekteb çirayê hidayetê ye û welatên rojavayî bi şewitandina Qurtanê berê xwe dane komploya dijî misilmanan, lê ew ê têk biçin.

Her wiha Rehîmov miftiyê Strapolê yê Rûsyayê jî di dora sisêyan a Komcivîna Navçeyî ya Yekitîya Îslamî li Ûrmiyê da bi gotiona vêya ku Amerîkayê nirxên xwe ji dest dane, got: Misilman divê li hemberî hecme û komploya welatên rojavayî rawestin.

Mihiyedîn Yildirim alimê dînî yê Tirkiyê jî di vê merasimê da got: Alimên Tirkiyê girîngiyê didin biratî û beranberiya misilmanan, ji ber ku wehdet rêya bextewariya mirovan e.

Wî got: Îmam Xumeynî (RE) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê pêşengê wehdeta misilmanan bû û wehdeta îslamî roleke girîng di çareserkirina pirsgirêkên Cîhana Îslamê heye.

 

Serepeyv