Kompaniyên mezin ên Amerîkayê dil hene peywendiyên bazirganî digel Rûsyayê dîsan dest pê bikin
Serkonsûlê Rûsyayê li bajarê Howûstonê (Houston) yê Amerîkayê ragihand ku kompaniyên mezin ên Amerîkayê dl hene hevkariya bi Rûsyayê ra dîsan dest pê bikin.
Alêksandêr Zaxarov Serkonsûlê Rûsyayê li bajarê Howûstonê yê Amerîkayê derbarê asoya hevkariya bazirganên amerîkî bi Rûsyayê ra got: Kompaniyên mezin ên amerîkî dil hene hevkariya bi Rûsyayê ra dîsan dest pê bikin. Bazirganên amerîkî naxwazin bazara Rûsyayê ji dest bidin û ev bazar bikeve destê aliyên din.
Wî got: Tevî balkêşbûna projeyên nû li Afrîqa û Amerîkaya Latîn ji bo bazirganên amerîkî, ev proje ji hêla sûd û feydeyan va dewsa projeyên berê yê bazirganên amerîkî li Rûsyayê nagirin.
Vî dîplomatê ûris tekez kir: Amerîkî bêzar in ji vêya ku bazara mezin a Rûsyayê di pêşerojê da ji dest bidin. Avakirina zincîreyên dabîbnkirinê yên nû pêkan e, lê bi salan û deh salan dem dixwaze. Xuya ye ku kompaniyên mezin ên amerîkî hez dikin hevkariya bi aliyên ûris ra ji nû va dest pê bikin.
Li dû destpêbûna şêrr navbera Rûsya û Ukraynê, welatên rojavayî tevî sepandina boykotan li dijî Moskowayê peywendiyên xwe yên bazirganî sînordar kirin û gellek kompaniyan ofîsên xwe li vî welatî girêdan.
Amerîka û hin welatên ewropî bi destpêbûna şêrrr li Ukraynê di Sibata 2022an da boykot li ser Moskowayê dasepandin.
Moskowayê heta niha bi caran welatên rojavayî derbarê biçekkirina Ukraynê û sersariya li hemberî binpêkirina mafên mirov û êrîşên hêzên ukraynî ser niştecihên ûris li rojhilatê Ukraynê hişyar ki9rine.