Tebax 07, 2023 10:03 Asia/Tehran
  • Dawiya civîna Cedeyê derbarê şerê Ukraynê bêyî encamke diyarî

 Muzakireyên du rojî li ser çareserkirina şerê Ukraynê û Rûsiyê li Cedeyê li Erebistanê bêyî encameke diyarî bi dawî hat.

 Civîna du rojî bo çareserkirina qeyana şerê Ukraynê bi beşdariya nunerên zêdetirî 30 welatan ji van Birazîl, Brîtanya, Hindistan, Çîn, Emerîka, Tirkiye, Efrîqaya  başûrî û her wiha endamên YE rojên şemi û yekşemiyê  li bajarê Cedeya Erebistanê hat lidarxistin û v civîna şeva derbasbûyî bi daxûyaniyekê karê xwe bi dawî anî.

 Di vê civînê de, ser pêwîstiya bikaranîna  bîr û rayên  pêşniyarkirî hat teqezkirin û aliyên têkildar ragihandin ku di  vî civînê de pêhişyar û bîr û rayên erênî ketin rojevê.

 Ev civîn di halekî de hat lidarxistin ku Rûsiye nehatibû vexwendin lê Muhemed Bin Selman welîehdê seûdî gotoiye Viladîmîr pûtîn serokkomarê Rûsiyê ji encamên van civînan agehdar dike.

 Di eynî demê de, Sergeyî Riyabkov, Alîkarê Wezîrê karên Derve yê Rûsiyê roja yekşemiyê ragihand ku  civîna navneteweyî ya li Cedeyê bona rawestandina şerê Ukraynê hewildana bêhûde ya rojavayê bona piştgiriya ji şerê li vî welatî bû Alîkarê Serokê Konseya  ewlehî û serokkomarê berê yê Rûsiyê jî wek berteka li himber civîna Cedeyê derbarêî aşitiya li Ukraynê got niha hewcetî bi muzakireyan tine û divê dijmin teslîm bibe û daxawaz lêborînê bike.

 Dîmîtrî Mêdvêdêv di kanala xwe ya li telegramê nivîsî: Gotûbêja derabarê manîfesta NY bêyî berçavgirtina  mafê serweriya welatan nemumkin e.

Wî got: Helbet her cure plêşniyarek bo aşitiyê dikare serketî be lê bi vê şertê ku ev sê armanc bên bidestxistin: ya ewilî her du alî divê di gotûbêja de beşdar bin lê li civîna  Cedeyê Rûsiye beşdar nebû.

Ya dudyan divê berûlayê wê yê dîrokî berçav bigrin  û ev xala xist rojevê ku Ukrayn beriya 1991an tinebûye beşek ku ji imratopriya Rûsiyê cida bûye û mesela sisyan jî qebûlkirina  e rasitiyê niha ye û eva ku Ukrayn welatek e ku di halê têkçûnê ye û hin beşên wê vegeryane ser axa Rûsiyê.

 Mêdvêdêv diyar kir navbeynkarê ku hazr be derbarê van mijaran li xwe mukir were, dikare di muzakirên aşitiyê de serketî be. Wî got niha hewcetî bi muzakireyan tine ji ber ku dijmin divê teslîm bibe û daxwaza lêborînê bike.

 Berdevkê Koşka Kirimlînê jî got ku  niha tu faktorek bo rêketina bi Kiyêfê re derbarê çareserkirina qeyrana Ukraynê tine  û emê operasyoan xwe ya eskerî bidomînin.

Serepeyv