Tebax 02, 2023 17:30 Asia/Tehran
  • Nûnerê Hevpeymanîya Fethê li Meclîsa Iraqê: Amerîkayê dil heye tola xwe ji Iraqê bistîne

Nûnerê Hevpeymanîya Fethê li Meclîsa Iraqê qala hewldana Amerîkayê ji bo bidestxistina rewşa vî welatî bi rêya kiryarên tolhildanê li dijî Bexdayê kir.

Muhemed Kerîm Nûnerê Hevpeymanîya Fethê li Meclîsa Iraqê tekez kir: Amerîka piştî pêngavên erênî yên hikûmeta Iraqê di warê çareserkirina qeyrana elektrîk û dolar, li dû pêkanîna kiryarên tolhildanê li dijî Bexdayê ye.

Kerîm her wiha got: Me astengîderxistinên Waşîngtonê ji bo lihevalyayîtirkirina qeyrana dolar li Iraqê dîtin. Amerîka hewl dide kontrola rewşa Iraqê bigire destê xwe û bandorê li aliyên biryarder ên vî welatî bike.

Nûnerê Hevpeymanîya Fethê li Meclîsa Iraqê got: Wisa xuya dike ku kiryarên Amerîkayê piştî lihevkirina navbera Bexda û Tehranê ji bo danûstandina gaza Îranê digel nifta Iraqê bûye sebeba zêdebûna bihayê dolar li bazarên navxweyî û li pey wê zêdebûna bihayê kelûpel û madeyên xwariniyê li vî welatî.

Ednan El-Kenanî Karzanê karûbarên ewlehiyê yê Iraqê jî pêştir tekez kiribû ku têkiliyek navbera teqîna qewimî li hêlên veguhestina elektrokê ya Iraqê û gotinên Balyozê Amerîkayê li Bexdayê heye û gellek pirs pêk anîne. Hemî nîşane hebûna bûyerên nexwezayî nîşan didin û xebata vê Komîetya Têderxistina Rastiyê divê dûr ji zextên siyasî be.

Hefteya derbasbûyî çavkaniyên iraqî ragihandin ku hêla veguhestina elektrîkê ya Selahedîn-Hedîseyê li pey kiryara xerabkarane neçalak bûye. Hegera vê yekê, teqîna çend bombeyan li nêzikî çend dîrekên elektrîkê bûye ku di encamê da sê dîrek ketine û elektrîk li vê hêlê qut bûye.

Li gorî gotina karzanên iraqî, teqînên vê dawiyê li Hêlên veguhestina elektrîkê li parêzgehên Besre û Selahedînê û gotinên Êlîna Romanûskî Balyoza Amerîkayê li Iraqê ku tekez kiriye welatê wî dikare pirsgirêka elektrîka Iraqê çareser bike, ji hêla ewlehiyê va tesadufî nîne.

Waşîngton enqest bi dijwarkirina pêvajoya peredanê ji bo kirrîna gazê ji Îranê, qeyrana enerjiyê li Iraqê gurrtir kiriye; karê bûye sebeb berhemanîna elektrîkê di asteke nîgeranker da kêm bibe.

 

Serepeyv