Tîrmeh 31, 2023 15:16 Asia/Tehran
  • Êrişên giran ên artêşa Sûriyê ser terorîstên El-Nusreyê/Êrişa Tirkiyê bi xwefiran ser hêzên HSDyê

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku terorîstên Bereya El-Nusreyê cardinê êrişî ser navçeyên kêmkêşe kirin û Artêşa Sûriyê jî meqerên wan têk birin.

 

 

Li gorî rapora rojnameya El-Wetenê, bereya terorîstî a El-Nusreyê bi binpêkirina rêketina agirbesê êrişî ser meqerên eskerî li Rîfa Hemahê û Idlibê kir û artêşa Sûriyê jî d bersiva van êrişan de, meqrên terorîstên El-Nusreyê li navçeyên  El-Umqiyê û derdora El-Sermaniyê li Sehl El-Qabê têk birin.

Yekîneyên çalak ên artêşa Sûriyê jî li Rîfa Idlibê bi bi top û bi rokêtan, meqerên terorîstan li Fetîre, Kunsefere û Sefûhenê li Cebel Zawiyê dan ber êrişan.

Li çola rojhilata Sûriyê jî artêş di halê ramalîna vê navçeyê ji lepên paşmayiyên DAIŞê ye.

 Ji aliyê din ve, xwefireke hêzên  tirk ên dagiker, bajarê Til Rifetê li Rîfa bakurê Helebê ku cihê mayîna hêzên HSD ye, da ber êrişan.

hêzên  tirk ên dagiker her wiha gundê Til El-Lebenê li bakur rojhilata  Hesekê dan ber topan û ziyanekek zêde li xelkê vê deverê xistin.

 Hêzên sînorparêz ên Tirkiyê jî 5 kes desteser kirin û  komeke welatiyên ku dixwestin derbasî nava axa Tirkiyê bibin  dan ber êrişan û li wan xistin.

 Hevgav Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku 12 endamên çekdar ên ser bi Yekîneyên  piştgiriya ji xelqê kurd ê Sûriyê kuştine.

 

 Hevgav çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hêzên nasiyar bi Hevalbendiya  navneteweyî bi serokatiya Emerîkayê bi mehneya rawestana li ber terorîzmê karwanekî eskerî ji axa Iraqê û ji riya derbasgeha neqanûnî ya El-Welîdê derbasî nava  meqerên xwe li rifa bakurê Hesekê kiriye.

 Hêzên amerîkî her wiha li navçeya meydana gazê ya Konîkoyê li bakurê parêzgeha Dêrezorê meşqa eskerî cih anîn di halekî de ku  hebûna  eskerên Amerîka û Tirkiyê nav axa Sûriyê bûye sedema  bêewlehiya li vî welatî , hikûmeta Sûriyê bi caran ragihandiye ku  hebûna hêzên emerîkî û Tirkiyê nav axa Sûriyê weke dagirkeriyê dizane û ser pêîwstiya derxistina hêzên her du welatan ji axa Sûriyê teqez kiriye.

 

 

 

.