Bexda û Hewlêr li ser pêbendiya tam li cihanîna naveroka Qanûna Bûceyê li hev hatin
Çavkaniyekî li Hikûmeta Iraqê ragihand ku Bexda û Hewlêrê lihevkirinnameyek derbarê berçavgirtina tam a naverok û xalên Qanûna Bûceya Gelemperî wajo kirine.
Vê çavkaniyê ragihand ku ev lihevkirina pêkhatî ji radestkirina niftê bo Wezareta Niftê ya Federal ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê va ye.
Vî çavkaniyê haydar li Hikûmeta Iraqê ji Ajansa Fermî ya Iraqê ra got: Roja Pêncşemiyê hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî lihevkirinnameyek derbarê pêbendiya tam li cihanîna naveroka Qanûna Bûceya Gelemperî ya Iraqê ku ji aliyê Parlimanê va hatiye pesendkirin û li rojbnameya fermî ya Iraqê hatiye weşandin, îmze kirin.
Vî çavkanîyî her wiha got: Li gorî vê liohevkirinnameyê hikûmeta Herêma Kurdistanê soz dide ku niftê radestî Wezareta Niftê ay Federal bike. Wezareta Darayîyê ya Fedeal jî dê lêçûn û xercên berhemanîn û veguehstina nifta wergirtî ji Herêmê bide Hewlêrê û lêçûna her bermîlê li gorî navgîna bihayê Wezareta Niftê ya Federal hema wisa ku di nivîsa Qanûnê da hatiye, tê hesabkirin.
Wî her wiha got: Di vê girêbestê da her wiha biryar hat dayîn ku hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqêî hemî derhatên ne-niftî bi awayê sedî sed radest bike û li gorî Qanûna Rêveberiya Darayî ya Iraqê, veguhezîne hesabê Wezareta Darayîyê li Banka Navendî.
Her wiha Wezareta Darayîyê ya Federal sedî 50 ji derhata derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistanê weke parêzgehên din ên Iraqê ku deriyên xwe yên sînorî hene, werdigire.
Li gorî gotina çavkaniyên navbirî, Ev lihevkirinname pêkhatî ji damezirandina komîeteykê ji du aliyan (Bexda û Hewlêr) ji bo şopandina derhatêîn ne-nioftî yên Herêma Kurdistana Iraqê ye; bi şerta ku di heyama mehekê da karê xwe li gorî Qanûna Bûceyê bi dawî bîne.
Her wiha bûceya Wezareta Darayîyê li Heêma Kurdistana Irqê bi şerta ku hikûmeta Herêmê cihanîna Qanûna Bûceyê li gorî rêzbazên lihevkirî li jor bidomîne, dê ji bûceya hikûmeta federal a Iraqê were dabînkirin.
Hevdem Wefa Mihemed Kerîm endamê PDK'yê got: Di civîna ku roja Çarşemiyê û li pey têkiliya telefonî ya Muhemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê û Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê navbera desteya Herêma Kurdistanê û hikşûmeta Iraqê da hat lidarxistin, du aliyan li ser çend mijaran li hev kirin.
Wefa Mihemed Kerîm got: Babetên herî girîng ku du aliyan li ser wan li hev kirin, ev e ku di rewşa cihneanîna Qanûna Bûceya Gelemperî ya Iraqê û neşandina pişka sedî 12.6 a bûceya Herêma Kurdistanê bo Hewlêrê, hikûmeta Iraqê dê meaşa karmendên Herêmê bi awayê qerr dê raber bike.