Hezîran 28, 2023 17:16 Asia/Tehran
  • Meke û Çola Erefatê

Ziyaretkerên Mala Xwedê piştî dwîn tewafa li dora Mala Xwedê li Mekeya Mikereme çûn Minayê û piştî mayîna şevekê li wir, berê xwe dan Çola Erefatê.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Ziyaretkerên Beytullahul-Heramê bi cihanîna kiryarên Hecê û qurbanîkirina di Roja Cejna Qurbanê da dibin Hecî.

  

 

Hec îbadeteke ferz û wacîb, lê ji xalên ne-sereke yên dînê Îslamê ye. Hec komek ji kiryaran e ku di meha Zî Heceyê li Mekeyê û derdora wî bajarî bi cih tên.

 

 

Îsal zêdetirî du miliyon ziyaretkerên Mala Xwedê beşdarî komcivîna mezin a Hecê bûne.

 

 

Rêûrsimên Hecê nîşandana hevgitin û yekîtiya Umeta Îslamê ye da ku bi naskirina têrê ji meseleyên rojê û pirsgirêkên heyî, ji bo wan hewl bidin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê girîngî û armanca Hecê, got: Hec meseleyeke cîhanî û şaristanî ye ku armanca wê xurtkirina Umeta Îslamê, lihevnêzikkirina dilên misilmanan û yekitîya Umeta Îslamê li hemberî kufr, istikbar û pûtên mirovî û ne-mirovî ye.

 

 

 

 

 

Serepeyv