Hezîran 04, 2023 09:28 Asia/Tehran
  • Kabîneya nû ya Erdogan hat nasandin; Hakan Fîdan bû Wezîrê Karên Derve yî Tirkiyê

Receb Teyyîb Erdogan piştî sondxwarina ji bo dora sêyem a Serokkomartiyê, şeva bihurî endamên kabîneya nû ya Tirkiyê dan nasandin. Di kabîneya nû da Hakan Fîdan û Mehmet Şîmşek wek wezîr hatine nasandin.

Kabîneya nû ya hikûmeta Erdogan pêkhatî ji 17 wezîr ş Alîkarekî yekem şeva derbasbûyç hat nasandin.

Receb Teyyîb Erdogan di dora 13an a serokkomartiya vî welatî da dê digel van kesan bo heyama pênc salan bixebite:

Alîkarê yekem ê serokkomar: Codet Yilmaz, Wezîrê Dadweriyê: Yilmaz Tûnc, Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî: Mehînor Ozdemîr Goktaş, Wezîrê Kar û Dabînkirina Civakî: Vedat Îşîxan, Wezîrê Jîngeh, Çêkirina bajaran û guherînên keşûhewayê: Muhemed Ozhaskî.

Wezîrê Karên Derve: Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî: Alp-Erselan Bayraktar, Wezîrê Werzîş û Xortan: Osman Eskîn Bak, Wezîrê Xizînedarî û Darayîyê: Mehmet Şîmşek, Wezîrê Karên Hundir: Elî Yerlî Kaya, Wezîrê çand û Geştyariyê: Muhemed Nûrî Ersoy, Wezîrê Mearîfa Neteweyî: Yûsif Tekîn, Wezîrê Berevaniya Neteweyî: Yaşar Guler, Wezîrê Tenduristiyê: Fexredîn Koca, Wezîrê Senet û Teknolojiyê: Muhemed Fatih Kaçer, Wezîrê Çandinî û Daristanan: Îbrahîm Yomaklî, Wezîrê Bazirganiyê: Omer Polad, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê: Ebdulqadir Oral Oglû.

Di lîstea wezîrê kabîneya nû da Muhemed Nûrî Ersoy Wezîrê Çandî û  Fexreddîn Koca Wezîrê Tenduristiyê di dora berê ya hikûmeta Erdogan da jî hebûn.

Vegeriyana Mehmet Şîmşek bo kabneyê û veguhestina Hakan Fîdan ji rêxistina Istixbaratê (MIT) bo Wezareta Derve nîşana hin guherînan ji bo zêdekirina hêza Tirkiyê ye.

Erdogan ragihand, yekem civîna kabîneya nû ya hikûmeta vî welatî dê roja Sêşemiyê were damezirandin.

Receb Teyyîb Erdogan roja Şemiyê wek serokkomarê Tirkiyê li parlimana vî welatî sond xwar.

 

Serepeyv