May 13, 2023 07:26 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Muhasibeyên dijminê siyonîst işkest xwarin

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê got ku muhasibeyên dijminê siyonîst ya pêkanîna bêtifaqiyê di navbera berxwedanê de işkest xwariye.

Seyd Hesen Nesrullah ,Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê,  duh berêvarê di axiftinekê de bi boneya salroja şehadeta fermandeyê cîhadî, Seyd Mustefa Bedredîn, tevî pîrozkirin û sersaxîdayîna bi boneya şehadeta hejmarek ji fermandeyên Berxwedanê li zîvala Gazayê got: Ger çi Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst destdirêjiyên ser filistîniyan destpê kir, lê muhasibeyên Nêtanyahû ya  pêknaîna  fitneyê di navbera hêzên Berxwedanê de bêencam man, helbet bêdengiya cîhanê li himber cinayetên Rejîma Siyonîst cihê mixbaniyê ye û Emerîka şirîkê cinayetên siyonîstan e, ji ber ku Emerîka li konseya Ewlehiyê nehişt ku Îsraîlê were mehkûmkirin û armanca Nêtanyahû ji destdirêjiya  ser Erdên Dagirbûyî, vejiyandina qaweta pêşîlêgirtin û avedankirina wê, revîna ji qeyrana  navxweyî, tijîkirina qeliştê û hilweşandina hevalbendiya kabîneyê û baştirkirina rewşa siyasî û hilbijartinê da zanîn û destnîşan kir: Mebesta Nêtanahû, êrişa ser cîhada Îslamî û çêkirina bêtifaqiyê di navbera komên filistînî û pêkanîna fitneyê di nava hêzên berxwedanê de bû ku bêencam ma û tevî terorkirina fermandeyên berxwedanê, komên berxwedanê ne tenê li navçeyê lawaz nebûn belkî ev xwînên paqij ên rijyayî berxwedan xurt û bihêztir kirine.

 Seyd Hesen Nesrullah bal kişand ser vê yekê ku  Seraya El-Quds bi avedankirina bi lez a bineszaiya fermandetiya xwe, bi avêtina mûşekê ser başûrê Telavîv û Qudsê dijmin  dilnigeran kir û got: Berxwedanê li Gazayê karî ku nehêle dijmin bighêje armancên xwe lê tevî zext û zorên meydanî û siyasî, berxwedana Filistînê lawaza nebû

Seyd Hesen Nesrullah di beşeke din a gotinên xwe de  jibo şirovekirina alûgurên Sûriyê bal kişand  ser vegeryana  Sûriyê nav Komara  Ereban û vexwendina Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê bo civîna  erebî û sefera Sed Îbahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Sûriyê û ev alûgr  giring nirxandin û her wiha bal kişand  ser vê yelê ku  Emerîka nift û gaza Sûriyê didize û  pêgirî ser dorpêçkirina  Sûriyê kir  û got: Meseleya aawreyên sûrî divê bi şandina taxima wezîran û fermandeyên ewlehyê bo Şamê çareser bibe.

 

Serepeyv