May 07, 2023 09:31 Asia/Tehran
  • Rapor | Di hejdehemîn hefteya bidûhev da xwenîşandana berfireh dijî Netanyahû hat domandin

Xwenîşandana berfireh li dijî plana bigengeşe ya guhertinên pergala dadweriyê ya raberbûyî ji aliyê kabîneya Rejîma Siyonîst va li seranserî erdên dagirbûyî di hefteya hejdehem a lipeyhev dest pê bû.

Rojnameya Yedîût Aharûnûtê nivîsî, Ev xwenîşandan bi beşdariya bi hezaran siyonîstan û li 150 deveran li hemî bajarên erdên dagirbûyî tên lidarxistin.

Di vê raporê da hatiye, Polîsê Rejîma Siyonîst jî hevdem digel lidarxistina xwenîşandanan li bajarên cûrbicûr ên Filistîna dagirbûyî, sînordariyên hatûçûnê li nav kolanan sepandine.

Serokê Opozîsyona Rejîma Siyonîst guhertinên di pergala dadweriyê ji aliyê kabîneya Netanyahû va wek rêyek ji bo lawazkirina saziya dadweriyê û hewldana wî ji bo rêgirtin li mehkemekirina xwe ji ber sê dosyeyên gendeliya darayî û bertîlxwarinê dizanin û bawer in ku ev kiryarên kabîneyê, dê Rejîma Siyonîst ber bi pevçûn û şerê navxweyî û hilweşîna hêdî hêdî bibe.

Di hefteyên derbasbûyî da jî bi dehan bajar ji bakur heta başûrê Filistîna dagirbûyî ji wan Til Avîv, Heyfa, Qudsa dagirbûyî, Bêrul-Sebe, Rîşûn Letîsûn û Hertzliyayê bûne qada  xwenîşandana li dijî kabîneya rastgir a tundrê ya Netanyahû û guhertinên di pergala dadweriyê ya Rejîma Siyonîst da.

Ji alioyê din va, bajaroknişînekî siyonîst xortekî filistînî yê 20 salî li nêzikî bajaroka Sendeleyê li Filistîna dagirbûyî da ber gulleyê.

Bajaroknişînekî siyonîst êvara Şemiyê piştî pevçûna digel vî xortê filsitînî li bajaroka Sendeleyê, gulle berda ser Diyar Emrî ku li nav erebeyê bû û ew şehîd kir.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) şeva derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihand, Operasyona berxwedanê ji bo tolhildana şehîdên qareman ên Filistînê nemaze xortê filistînî yê 20 salî ku bi destê bajaroknişînekî siyonîst va hat şehîdkirin, dê gurrtir bibe.

Tabûrên El-Qessam, baskê leşkerê yê HAMAS'ê jî bi daxuyaniyekê ragihand, dagirkerên siyonîst dê berdîleke giran ji bo cinayeta duh bidin û derbeke hêjayî van şehîdan û êşa jidestdana wan dê li dagirkeran keve.

 

Serepeyv