May 05, 2023 07:44 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya hevpar a Îran û Sûriyê: Hevkariyên bo kokbirrkirina terorîstan yê bidomin

Di dawiya sefera fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Sûriyê, her du welat bi daxûyaniyeke hevpar ragihandin: Hevkariyên bo kokbirrkirina terorîstan yê bidomin.

 Komara Îslamî ya Îran û Sûriyê di dawiya sefera fermî ya du rojî ya Seyd Îbrahîm Reyîsî ya vî welatî bi daxûyniyekê, ser giringiya xurtkirina peywendiyên dualî ji riya dewama hevkariyên siyasî, aborî, konsûlî û warên din ên hevkariyê û her wiha dewama  veguhartina şandên pilebilind navbera her du welatan teqez kirin.

 Di vê daxûyaniyê de hatiye: Îran û Sûriye amadetiya xwe bo her cure karekî bona berfirehkirina peywendiyên ticarî- aborî navbera her du welatan ji riya bernameyên heyî ji wan komîsyona  bilind a hevpar ragihandin.

  Îran û Sûriyê her wiha kêfxweşiya xwe ji hevkariya hevpar di warê rawestana li ber terorîzmê û tundrêtiyê dan diyarkirin û ser dewama  hevkariya hevpar bona  kokbirrkirina hemî komên terorîst teqez kirin.

 Di vê daxûyaniya hevpar de, destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê hatin şermezarkirin û dewama dagirkirina Golana Sûriyê ji aliyê Rejîma dagirkir û her wiha kiryarên vê rejîma dagirker ji wan biryara zêdekirina Golanê bi tundî hatiye şermezarkirin.

Komara Îslamî ya Îranê bi Sûriyê re hevkariya istratejîk heye û piştgiriya Têhranê ji hikûmet qanûnî ya vî welatî di dirêjatiya qeyrana  Sûriyê û alîkariya bo Bişar Esed di warê rawestana li ber komên curbicur ên terorîst vê yekê nîşan dide,.

  Peywendiyên Sûriyê  Îranê piştî işkesta DAIŞê niha berfire û curbicur bûne û asoyeke ronî û geş bo berfirehkirina van peywenediyan di hemî waran de heye.

Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara îslamî ya Îranê îro piştî nîvro di dawîn qonaxa sefera xwe ya Sûriyê di hevdîtina bi ّFeysel Miqdad, Wezîrê karên Derve yê Sûriyê re bal kişand  ser vê yekê ku  Îran hevalê rojên dijwar ên welatên navçeyê ye û got: Îran di dewrana  berxwedanê de heval û piştgirê gel û hikûmeta Sûriyê bû û biratiya navbera her du gelên berxwedêr ên Îran û Sûriyê yê bidome.

 Serokê Komara îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku tevgera berxwedanê bi taybet li Filistînê, Rejîma Siyonîst li erdê daye û got: Nêrîna  berfirehxwazî û dagirkeriya Rejîma Siyonîst îro rojê  işkest xwariye.

Feysel Miqdad Wezîrê karên Derve yê Sûriyê jî di vê hevdîtinê de got: Îranê zirûfên baş di warên aborî, ticarî, enerjî, zanistî û teknojiyê heye ku dikarin di warê jordbirina asta peywendioyên her du welatan de bên bikaranîn.

 

 

Serepeyv